Jin dixwazin cuzdanek ya wan hebe…

12:18

Eylem Daş/ JINHA


STENBOL – Di 12’emîn Festîfala Filîma a Jinan ya Filmmor a Geran a Navneteweyî de hat diyar kirin ku dê bi ‘cuzdanek ayîdê xwe, dahat û terazunekê’ bikevin rê. Yek ji pêşenga Filmmorê Melek Ozman diyar kir ku di Tirkiyê de li ser bedena jinan êrîşên pir mezin hene û got: “Polîtîkaya neoliberal her roja ku derbas dibe xwe nû dike û derdikeve pêşiya me. Yên ku dixwazin kurtajê qedexe bikin hene. Em diwê baweriyê denin ku jin xwediyê hêza li hemberî van hemû polîtîkayan şer bikinin.” 


Îsal 12’emîn Festîfala Filiman ya Jinan a Geran ya Filmmor a Navneteweyî ya bê alî pêk hat. Her Sal Festîfala ku li Stenbol pêkdihat îsal cara yekê dê li Edene, Mêrsîn û Bodrumê bi temaşevanên xwe re bên bahev. Festîfala ku bi gotina “Cuzdanek ayîdê xwe, dahat û terazunekê” dê bikevin rê. Dê di festîfalê de ji 22 welatan 60 filîm, beşên temayê, nîşandanê civakî, çalakiyên girtin û vekirina wê, panel, axaftin û atolya çêbibin. Pêşenga Filmmorê Melek Ozman got: “Di vî welatî de evqas zewicandin pîroz kirine, ji bo jinan ji derveyî zewacê tu famê jiyanê nehêlane. Her roj muxalîf zêde dibin. Jin mirinê didin ber çavên xwe û berdanê dixwazin.”


Melek da zanîn ku yek ji sedemên cînayetên jinan ji ber jin li ber xwe didin, li hemberî vê berxwedana jinan bi polîtîkayên paşvaru dixwazin jinan ji nava kedê dur bixin.


Melek Got: “Dixwazin jinan di malan de bidin girtin. Ya ku herî me dixe nava metirsiyê ev awayên polîtîkayêne. Ji ber wê jî me dest bi ‘Cuzdanek ayîdê xwe, dahat û terazunê’ kiriye.”


‘Em bi hêza jinan ya berxwedanê bawerin’


Melek bal kişand li ser di her navendên jiyanê de paşde hiştina jinan û got: “Paşde hiştina jinan di nava dînamîkekê de tê kirin.” Melek destnîşan kir ku di vê demê xirab de jin weke “qurban” yan jî “mexdur” tên dîtin û got: “Polîtîkaya neoliberal her roja ku derbas dibe xwe nû dike û derdikeve pêşiya me. Yên ku dixwazin kurtajê qedexe bikin hene. Em diwê baweriyê denin ku jin xwediyê hêza li hemberî van hemû polîtîkayan şer bikinin.”  


Melek diyar kir ku sala yekê ya festîfalê ne festîfalek ya gerê bû û got: “Cara yekê  jinên li Amedê gazî kirin. Piştî jinên Amedê jinên li bajarên dinê jî gazî kirin û bi vî awayî festîfal hat rewşa gerê.” Melek anî ziman ku li Tirkiye yê çapemeniya bê alî nîne û got: “Heger hebûya belkî jî evqas nêzîkatiyên rojnamegeran yên kevneperest û dijminane li hemberî jinan çênedibûn.” Melek da zanîn ku berê ji bo xwe gihandina jinan hinak hewildan hebûn lê niha êdî we hêvî nemane û got: “Nimune Rojnameya Sabah li me geriyan gotin ‘çima hun nabin spansorê me.’ Me bi nameyekê bersiva wanda û me got ji ber hêviya me ya li gel we peywendî danînê nemaye. Ji ber xeta we ya weşanê we li gel me naxwazin.”


‘Di mirinê de jî hiyerarsî heye’  


Melek girêdayî qasêtên Fatih Altay yên ku derketina axivî û got: “Fatih Altayli di vî welatî de kêr li pişta bi milyonan jinan xistiye. Wêdemê qiyamet nehat rakirin. Ji ber di vî welatî de di mirinê de jî hiyerarşî heye.” Di dawiyê de Melek bal kişand li ser di Kurdistanê de failên kiriyarên wan nediyar û got: “Di vî welatî de her roj jin, kurd, karker dimirin lê di xema kesê de nîne. Mirin ji bo mirovên bê hiyararşî pir xemgînî tê.”


(zt)