Jina şoreşger ya ku rûpoşa deshilatiyê nedipejirand: Mina Qazi…

16:06

Sarya Gozuoglu / JINHA


 


AMED – Dema ku mirov li hişmendiya tekoşîna jinên ku di refên dîroka deshilatiyê de cîh negirtine de dinêre pir baş dibîne ku li gel hemû zordariya deshilatiyê tekoşîna xwe domadine. Di  her pêvajoyên deshilatiyê de hişmendiya xwe ya şoreşger bilind kirine. Yek ji van jî jina kurd ya ku bûye yek ji pêşengên damezrandina Komara Muhatê Mîna Qazi ye. Mîna di salên xwe yên tekoşînê de li piş perdê mayîn ne pejirandiye. Mîna rûpoşiya deshilantiyê napejiyîne. Bi salan bi nasnameya xwe ya jinbûnê li gel rejîma îranê şer kiriye. Dubare ji bo di bedena jinekî dinê ya kurd de gula tekoşînê şîn bikin soz dide û li ser axa ku hatiye dunyayê çavên xwe li jiyanê bigire.


Dema ku mirov li demboriya dîroka Kurdistanê dinêre dibîne ku li çar parçeyan hatiye belav kirin li her parçeyekê heman tekoşîn dane baş tê dîtin. Di dîrokê de mirov dikare navê pêşengên mêr bijimêr. Lê mixabin heman tişt ji bo jinan ne derbasdare. Gelo birastî jî tekoşîna jinan nîne yan jî çênebûye?  Tekoşîna jinên kurd ya ku hewil dide sed sala 21’emîn bike sed sala jinan ma qey ne xwediyê mîrasek kevnareye? Belê deshilatiya mêran ya pênc hezar sal dîroka jinên kurd jî tune kirine. Lê civaka kurdan ya ku tersî hişmendiya xwe ya çanda kevnare bûne, bê bandor kirin û xistina jinan ji dil nebûye. Ji ber van sedeman her dem tekoşîna jinên kurd dibin perdeyan de hatine niximandin û bûne qehremanên bê nav. Lê yek ji jinên ku hişmendiya deshilatiyê nasnekirine Mîna Qazi ye. Mîna dibin perdê de veşartina serkeftinên xwe ne pejirandiye. Mîna di damezrandina Komara Muhabadê de rolek yê pêşengiyê girtiye.


Buye yek ji navên ku boy tekoşîna jinan bûye mînak  


Mîna di sala 1908’an de li Muhabadê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di temenê ciwan de tekoşîna heyî nas dike. Ji bo axa ku lê hatiyîn dunyayê û li ser mezin bûne ji bin destên deshilatan rizgar bikin tekoşînek dijwar didin. Mîna li gel hevserê xwe Qazi Muhamed ji bo gelê Muhabadê bi salan tekoşînê dikin. Bi hişmendiya kurdan ya tekoşînê digihin serkeftinê. Mîna di sala 1946’an de di ava kirina Komarê de roleke giring digire ser milê xwe. Li gel hevserê xwe Qazî Muhamed ji bo Komara kurdan îmza avêtine binê gelek rêgezan. Mîna weke hevsera Serok Komar Qazî Muhamed wê nasnameyê napejirîne. Ji ber van serdeman Mîna ji bo jinên Muhabadê bikevin di ferqa nasnameya xwe ya zayendî de gelek gav avêtiye.


‘Yekîtiya Afretên Kurdistanê’


Mîna bi xebatên xwe yên bê hempa xwe digihîne taxan û heta ji bo ava kirina hişmendiya zayendi ya jinan xwe digihîne malan û jinan bi rêxistin dike. Mîna piştî ava kirina Komarê di 14’ê Adara 1946’an de “Yekîtiya Afretên Kurdistanê” ava dike û serokatiya wê dike. Mîna yek ji sedemên lewaziya hişmendiya jinan ya tekoşîn kirinê bi bê perwerdebûna wan ya îdeolojîk ve girê did. Mîna ji bo jinan navenda xwendin û nivîsandinê vedike. Mîna di hemû herêman de rêkupêk civînên jinan çêdike. Di wan civînan de pirsgirêkên jinan nîqaş dikin. Ji bo çaresriyê li ser pirsgirêkan nîqaş dikin. Wan pirsgirêkên jinan digihîne rêveberiya partiyê û dixwazin rêveberên partiyê li hemberî van pirsgirêkan şiyar bin û bi berpirsyarî tevbigerin.


Di navenda civakî de jî tekoşîna xwe bi biryar berdewam dike  


Weke zarokên xwe bi histiyar û nêzîkatiyek germ li  gelê Muhabadê dikir ji ber van nêzîkatiyên wê gelê kurd jêre dibêjin “dayê xanim”. Weke yek ji pêşenga Muhabadê peywira xwe bi awayê herî baş kiriye. Di nava gel de jiyan xwe berdewam kiriye. Mîna bi nêzîkatiya xwe ya hestiyar û weke dayîkan nêzî gel bûyîna wê tucarî bi çavên serokatî kirinê li xwe nenêriye. Bi heman awayî nêzî zarokên xwe jî dibû. 8 zarokên wê yên bi navê Îsmet, Elîf, İffer, Mumir, Fevziye, Suheyla, Pervîn û Meryem hebû. Mîna serkeftinên xwe yên di tekoşîna Muhabadê de her dem ji zarokên xwe re vegotiye. Mîna bi hişmendiya welatparêziyê zarokên xwe mezin dikir. Rojekê hevserê wê Qazî Muhamed dîroka Fransa bi gotînên weke “Tu dizanê Mîna di dema qiraliyeta Fransa de feqîrî hebû. Li wê hema gel hatin ber sînurê mirinê ji birsan. Ji bo ku rojek dinê gel bikarin bijîn Qiralîçeya wê demê gustilga xwe difiroşe.”vedibêje. Li ser van gotinan Mîna hemû pere û zêrên di kaseya xwe de dide Qazî Muhamed dibin dixin nav kaseya dahata Muhabadê. Ji van kirinên Mîna jinên Muhabadê bandor dibin û zêrên xwe dibin tevlî banqeya gel dikin.


Lîstokên hişmendiya yekane parê yên qirêj


Weke din ava hemû rupelên dîrokê re derbas bûyîn welatên demokrta yên weke Muhabadê ji aliyê hişmendiya deshilat ya yekane parêz ve restî tundî û zordariyan hatin. Bê goman heman tişt anîn serê Komara Muhabadê jî ji dema damezrandinê heta dawiya wê anîn jê negeriyan. Li hemberî wan êrîşên hovane nekarî li ber xwe bide û di 17’ê kanuna sala 1946’an de hat hilweşandin. Di wê pêvajoyê de malbata Barzaniyan li hemberî rejîma İraqê şer dikirin. Ew pêvajo wiha derbasî dîrokê bûye: “Piştî Muhabadê Barzanî neçar man ku xwe paşde bidin û ji Muhabadê derkevin. Her ku diçu li sêdarê dana Qazî Muhamed zelal dibû. Li gel vê jî Mîna ne ji bo hevserê xwe ji bo Barzaniyan digirî. Dema ku Mele Mustefa û Barzanî  hemû çun ji ber hewa sarbû bi rojan Mîna giriya. Di wan rojên sar de bi malbatî jin, mêr û zarok ketin rê û ji nava Muhabadê derketin. Dema ku Mîna Qazî li wan nêrî  ew fikirî ku ji ber bi qasî dihat xwestin tekoşîn nekiriye xwe gunehbar hisdikir.


Berxwedan û qehremanî   


Rejîma İranê fermana li sêdarêdana Qazî Muhamed da. Bi fermana li sêdare dana Qazî Muhamed re Komara Muhabadê jî hilweşiya. Mîna di dema li sêdarê dana Qazî Muhamed de diyalogên di nava xwe û wî de wiha nivisiye: “Mîna Xanim di dema li sêdarê dana Qazî nêzbûyî bi rojan xwe xemgîn kiriye û giriyaye. Qaz ji bo hêz bide Mîna wiha gotiye: ‘Tu çima digirî… Divê jinên kurd negirîn. Dê min li sêderê bixin ez vê baş dizanim. Divê tu jî vê bizanê. Lê girî qet li jinên kurd nayên. Ji xwe qet li te nayê.’ Piştî vê hevdîtinê ji bo bilind kirina qehremanî û berxwedanê dev ji girî berda. Li gorî ku hemû endamên malbatê bi xizim û nasên xwe re di bin çavdêriya rejîma İranê debûn û di hedefa wan debûn jî Mîna ji Muhabadê tu cihan ve neçu û tekoşîna xwe berdewam kir. Keça wan İffet Qazî li İsveçê ji aliyê İranê ve di sala 1988’an de di encma êrîşekî bombeyî de şehît ket. Rejîma İranê destur nadan ku malbata İffet cenazeyê wê bigirin…”


Wê carekê soza şoreşê deye…


Mîna her ku diçu temenê wê derbas dibû. Di dema avakirina Komara Muhabadê de rolê pêşengiyê girtibû û pêşî li derketina jinan ya ji malan vekiribû. Ji berk u carekê bi hebûna şoreşê şiyar bûbû êdî di temenê xwe yê mezin de jî di nava hewildanên mezin debû. Bi jiyana xwe ya nimuneyî ya tekoşer îmza evêt binê rêgezeke dinê jî. Piştî li sêdarê dana Qazî Mîna tekoşîna xwe hêj zêdetir kir. Bi dehcaran Mîna hat girtin û îskence kirin, lê dema ku der diket hema dest bi karê xwe yê tekoşînê dikir. Mîna di temenê xweyê 85 saliyê de jî hatiye girtin û rastî îskenceyên gelek giran hatiye. Lê wê carekê soza bilidkirina tekoşînê daye, her cara ku ji girtîgehê derketiye heman kar kiriye. Di tevahiya jiyana xwe de Mîna girêdayî vê soza xwe ma û di hemû şert û mercên giran de gav paş de neavêtiye.


‘Dayîka min bi gelê kurd serbilind bû’


Li Muhabadê di raportajek ya ku li gel keça Mîna Suheyla de hatî kirin de wiha dibêje: “Ji bo me bibin welatê xwe rêvebarên ABD’ê ji diya min destur xwesin. Ji İngiltere jî heman taleb hatin. Soz didan ku dê bi her awayî alîkariyê bikin. Di xwestin ku me ji gelê me qut bikin. Bêguman armancên wan yên cuda jî hebûn. Diya min dixwest zarokên xwe di nava zarokên kurdan de mezin bike ji ber wê destur ne dida. Ji ber dayîka min pir girêdayî gelê xwe bû. Dayîka min bi gelê kurd pir serbilind bû. Ev ji bo min şanseke. Ji ber ez di nava zarokên kurdande mezin bûm.”


‘Di tevayî jiyana xwede ji bo azadî û yekîtiya Kurdistanê kar kir’


Ji bo Mîna azadî û yekîtiya Kurdistanê li pêşiya her tiştî dihat. Li cihê ku ji her tiştî zêdetir jê hez kiriyî Muhabadê di sala 1998’an de çavên xwe li jiyanê girti. Mîna bi mirina xwe serkeftinek bi dest xist. Ev jina ku di dema xwe de bi îdiaya li hemberî rejîma İranê Komar ava kirinê tekoşîn kiriyî, bi soza li cihê hatî dunyayê bimire anî cîh û li heman cihî çavên xwe li jiyanê girt. Ji bo weke gulek ya tekoşînê di bedena jinek dinê ya kurd de şîn bibe li cihê hatiye dunyayê hat veşartin…


(zt)