Jinên bazîdî: Berpirsê mirinan AKP ye!
13:10
Ozlem ARICI / JINHA
AGIRÎ – 57 rojin grevên birçibûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê didomin. Jinên bazîdî, diyar kirin ku girtî di daxwazên xwe de mafdarin û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Ji mirinan rayedarên AKP’ê berpirsin. Mafê zimanê zikmakî li cîhanê mafeke herî bi xwezayî ye. Divê parlamenter li hev bicivîn û li hemberî grevên birçibûnê û şerê ku bi salanê tê meşandin bikevin nav hewldanan.”
Piştgiriya ji bo grevên birçibûnê ya bêdem û bêdorveger ên girtiyên PKK û PAJK’ê her ku diçe berfireh dibe. Welatiyên Bazîda Agiriyê jî piştgirî didin berxwedana li girtîgehan û daxwazên girtiyan. Jinan destnîşan kir ku heke cenazeyek li girtîgehê derkeve berpirs hikûmeta AKP’ê ye.
Ji bo jiyaneke bi rûmet
Dayika 54 salî Fatma Çete, diyar kir ku girtî niha ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedaneke mezin didin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bê wijdaniya herî bi mezin bêdengbûna li hemberî berxwedanê ye. Em ne mirin, em çareseriyê dixwazin. Ez dayikim. Zarokên me dê bi birçibûnê, em jî ji ber eş û kulan bimirin. Êdî bes e. Ez bangê li hemû dayikan dikim dengê xwe bikin yek û bilind bikin. Em naxwazin li girtîgehan tabût derkevin.”
Divê gav bê avêtin
Doktora diranan Arzu Başaran (30) bi eslê xwe bulgare û li Bazîdê dijî û got ku tevli daxwazên girtiyên ku ketine grevê birçibûnê dibe. Başaran, destnîşan kir ku heke li girtîgehan cenazeyek derkeve berpirsê vê yekê AKP ye û wiha got: “Tehrîbatên grevên birçibûnê ya li ser bedenê gelek xetere ye. Girtî 57 rojin di grevê de nin. Hikûmet li hemberî grevan daxuyanî didin lê divê demildest bersiv bidin daxwazên girtiyan. Gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn jiyana bi hevre çawa ye dizanin û bi sedan salin bi hev re dijîn. Perwerdeya bi zimanê dayike, mafê hemû gelên li cîhanê ye. Divê parlamenter bicivin û li dijî şer û grevên birçibûnê gav bavêjin. Ez koçberim û bi tirk û kurdan re bi salane dijîm. Tu şer welatiyan dilşad nake. Temaşekirina mirinên li girtîgehan ne mirovatiyê.”
‘Ez jî tevli berxwedanê bûm’
Necla Polat 20 sali ye û xwendekara zanîngehê ye wiha axivî: “Grevên birçibûnê bertekeke demokratîk e. Min jî bêdengiye qebûl nekir û ji ber vê jî ez jî tevli berxwedanê bûm. Ji ber ku li hemberî berxwedaneke bi vî rengî bêdengî nabe. Ez nikarim bê wîjdan tev bigerim. ‘Heke cîraneke me birçî be û kesên din rihet razê ev ne ji me ye’ mirov li ser vê gotinê birêkeve jî mirov divê bêdeng nebe. Ez bangî li hemû mirovan dikim bila li hemberî grevên birçibûnê bêdeng nebin û berpirsiyartiya xwe bînin cih.”
Wêne: Ozlem Arici
(öa/hp/la)

