Êdî pêdivî pênîne ku jin paşnavê mêran bixebitînin!

09:35

 


Zehra DOGAN /JINHA


 


ENQERE – Dema jin bizewicin dikarin paşnavê xwe yê berê bi xebitînin. Êdî AYM’ê jî pêşî li vê vekir. Endama Meclisa BDP’ê Parêzer Pinar Akdemir diyar kir ku wê di vê mijarê de doz li dadgeha herêmî vekiriye û got: “Jinên ku xwediyê taybetiya welidandinê ye û xwediyê kok qedîmin pêdiviya wan bi xebitandina paşnavê mêran nîne. Lê mixabin li Tirkiye yê jin neçarin ku paşnavê mêran dixebitînin. Di doza ku min qazanc kirî de êdî jin dikarin paşnavê mêran nexebitînin. Di heman demê de qazanc kirina doza min ji bo jinên di nava BDP’ê de tekoşînê didin jî serkeftineke”


 


Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê (AİHM) û madeya 90’emîn ji bo paşnavê jinan azadî anîn. Dadgeha Makezagonê (AYM) pêşî li dema jin bizewicin dikarin paşnavê berê bixebitînin vekir. Ya ku bû sebeb pêşî li vê biryarê vebe endama Meclisa Jinên BDP’ê Parêzer Pinar Akdemir e. Pinar dema ku zewiciye paşê paşnavê duyemîn girtiye, li ser biryara makeqanunê serî li dadgeha herêmî da û mafê paqişkirina paşnavê duyemîn qazanc kir. Pinar da zanîn ku dema zewicî nexwest paşnavê duyemîn bixebitîne. Pinar li 5’emîn Dadgeha Malbatan a Enqerê doz vekir. Di 17’ê çile de biryara Dadgeha Makezagonê hincet nîşan dan û pejirandin. Ji bo jinên zewicandî bikarin paşnavê xwe yê berê bixebitînin doz hat qazanc kirin. Pinar destnîşan kir ku cara yekê ye AYM îmza di avêje binê dozek wiha li dadgehên herêmî û got: “Zagonên Tirkiye yê mêraneye”


 


Pinar diyar kir ku paşnav berhemê hişmendiya pederşahiyêne û got: “Ev hişmendiya mêran li Tirkiyê zagoneke. Zagona giritna paşnavê mêran ji bo sazumaniya mêran ya deshilat li hemberî jinan kirina newekheviyê yê. Ji bo berdewam kirina nifş li ser navê mêran berdewam bike.” Pinar da zanîn ku di zagonên Tirkiye yê yên heyî de li hemberî jinan cudahiyek heye. Pinar destnîşan kir ku ji mêran girtina paşnav jî cudahiyeke. Pinar diyar kir ku beriya wê ji parêzerên jin yên Enqerê Gulîzar Tuncer û li Îmîrê jî Parêzer Ayten Tekeli Unal piştî ku zewicîn nexwestin paşnavê duyemîn bigirin û serî li AİHM’ê dan û got: “Beriya min Gulîzar û Ayten serî li AİHM’ê dan û AİHM’ê jî bi binpêkirina qedexe kirinên newekheviyan Tirkiye mehkum kir. Li gorî vê jî tenê her du jinên doz qazanc kirin karîn paşnavên xwe yê berê bixebitînin. Ev jî nîşan dida ku her jinên bizewicin divê serî li AİHM’ê bidin.” Pinar da zanîn ku di dawiyê de wê serî li dadgehek ya herêmî da û doz qazanc kir.


 


‘Jin xwediyê mafê berdewam kirina çanda xwene’


 


Pinar destnîşan kir ku jin xwediyê mafê berdewam kirina çanda xwene û paşnavê xwe yê berê karanînê ye û got: “Ji bo van evqas tekoşîn kirin ne pêwîste.” Pinar diyar kir ku dema jin dixwazin  li mîras û çanda xwe xwedî derkevin divê zagon li pêşiya wan astengan çênekin.


 


‘Zagon carekî dinê jinan dispêrin mêran’


 


Pinar da zanîn ku niha tenê jin bûn xwediyê mafê bikaranîna paşnavê xwe yê berê lê di aliyên dinê de hemû cardin girêdayî mêranin. Pinar destnîşan kir ku ev yek dibe sedem ku carin jin ji hişmendiya mêran xilas  nebin. Pinar derbirî ku ji bo jin bi tevahî ji vê hişmendiya qirêj rizgar bibin divê di Zagonên Tirkiyê yên Medenî de di xala 187’emîn de guherîn çê bibe. Pinar diyar kir ku heger di van aliyan de guherînek neyê çêkirin ev tê wateya cardin bê nasname hiştina jinan. Pinar destnîşan kir ku zarokên tên dunyayê ji ber di kuniyê de li ser bavê xwe têne qeyîd kirin û paşnavê bavê xwe digirin û got: “Tirkiye ya bi tevayî xwediyê zagonên mêrane, dikare mafekî wiha bide zarokên nû tên dunyayê paşnavên dayîka xwe bixebitînin û cardin jin vegerin demboriya xwe ya berê. Ji ber van sedemên ku dê hem jin jî bibin xwedî kuniye û hem jî zarok li ser bavê xwe nayên qeyîd kirin, zagon nayên guhertin. Ev nêzîkatiyên dewletê tê wateya ‘ez azadiya xebitandina paşnav didim we lê di hemû aliyên dinê yên weke kuniyê de hunê cardin girêdayî mêran bin.’ Ev hemû di nava madeya 187’emîndene ji  ber wê dikarin bên guherîn.”


 


‘Ne guherîna madeya 187’emîn li hemberî jinan parastina hişmendiya mêraneye’


 


Pinar got: “Bi vê biryarê re êdî jin dikarin paşnavê xwe yê berê bixebitînin û heger pirsgirêkek derkeve jî dikarin serî li dadgehên herêmî bidin. Di Zagonên Medenî de ‘Mafê kes yê ku dest lê nayê dayîn heye’ û li gorî ku di nav de paşnav jî heye lê ev nayê kirin. Ji ber van sedeman divê madeya 187’emîn bê guhertin. Heger jin paşnavek yê mêran digirin û dema ku bizewicin jî neçar bibin paşnaveke dinê bixebitînin, ev tê wateya bê nasname kirina jinan. Heger ev made neyê guherîn dê cardin tune hesibandina jinan paşde vegere. Ev jî tê wateya di aliyê hiqûqî de ji nedîtî ve li jinan tê nêrîn. Divê bi berdewam kirina paşnavê jinan yê berê re pergala serdestiya mêrane bê guherîn û jin bikarin bi nasnameya xwe ya jinbûnê di her herêman de bijîn. Neguherîna zagonan tê wateya li hemberî zayendek xwediyê taybetiya welidandinê bi hişmendiyek mêrane nêzbûn. Piştî ku min di vê mijarê de doz qazanc kiri dê serlêdanên jinan pir bibin.”  Pinar da zanîn ku li gorî serlêdan kiriye jî rastî deshilatiya mêran ya serdest hatiye û got: “Ji bo şikandina pergala hiqûqî ya mêrane pir dem tê xwestin. Ji ber pergala mêrane ya ku zagon ji li gora wê şêwe girtiye desturê nadin ku zarok bi paşnavê diya xwe bên nasîn.”


 


‘Doza ku min qazanc kir fêkiyê tekoşîna jinane’


 


Pinar di dawiyê de destnîşan kir ku doza ku qazanc kiriye di heman demê de ji bo tekoşîna jinên di nava BDP’ê de dixebitin yên ku dixwazin sed sala 21’emîn bikin sed sala jinan ji qazanceke û got: “Em weke Meclisa Jinên BDP’ê hewil didin ku jin li her derê bi nasnameya xwe bijîn. Tekoşîna jinan xwediyê sazumaniyek ya bikoke. Niha heger ku jin êdî dikarin paşnavê xwe yê berê bixebitînin, ev jî fêkiyek yê tekoşîna azadiya jinane. Ji bo madeyên di nava zagonan de yên ku ji bo bê nasname û paşde xistina vîna jinan hatine amade kirin bên guherîn emê bixebitin. Ji ber vê sedemê doza ku min qazanc kiriye diheman demê de ji bo Meclisa Jinên BDP’ê jî qazanceke.”


 


(zt)