Surên Amedê û baxçeyê Hevselê di riya UNESCO yê denin
11:44
AMED – Seroka Qada Keleh û Surên Amedê Nevîn Soyukaya anî ziman ku wan Kelha Amedê û baxçeyên Hevselê pêşkêşî UNESCO yê kirine û got: “Armanca me ya UNESCO yê tenê ji bo aboriya turîzmê nîne. Armanca me weke ku bi vê projeyê li gorî restorasyon û nasnameya vî bajarî nirxek ava kirine.”
Di bin rêveberiya Wezîrê Çand û Turîzmê de di biniya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê de Rêveberiya Qadê li gel Waliyê Amedê, bi alîkariya hemû sazî, damûdezga û saziyên savîl dosyeya bi navê “Kelha Amedê û Baxçeyên Hevselê Dîmenên Çandêne” hat amade kirin. Dosyeya ku bi navbeyîn kariya Wezîrê Çand û Turîzmê pêşkêşî Saziya Perwerde, Zanîn û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) yê hat kirin. Keleh û Surên ku bûne sembola Amedê, nêzî 5 hezar û 7 sed metreyan ber ferehe. 12 metreyan bilind, 4 metreyan pehne. Bi xemil delalî û bircên xwe weke muzeyek ya vekiriye û di dîroka cîhanê de xwediyê taybetiyek ya kevnarebûnê ye. Seroka Qada Keleh û Surên Amedê Nevîn Soyukaya diyar kir ku Kelha Amedê û baxçeyên Hevselê yên xwediyê dîmenên çandê ye bû endamê UNESCO yê. Dosye ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve hatî amade kirin hat dayîna Wezîrê Çand û Turîzmê.
‘Me du mîrasên xwe yên dîrokî pêşkêşî UNESCO yê kir’
Nevîn da zanîn ku wan dosya di 20’ê çile de radestî Wezîrê Çand û Turîzmê kiriya û got: “Piştî ku me dosya radest kir û şunde bêyî ku em navber bidinê me xebatên xwe domandin. Me niha dosyeya xwe ya projeyên qadê amade kiriye. Heta Adarê emê pilanên xwe biqedînin û li gel sazî û STK a yê nirxandinan bikin. Emê paşê van pilanên xwe li dosyeya UNESCO yê zêde bikin û bişînin Merkeza Mîrasên Duhyayê.”
Dê pisporê UNESCO yê bê Amedê
Nevîn got: “ji bo lêkolîn kirina bûyerê dê di meha hezîranê de pispor bên Amedê. Ev du cihên giring hem ji bo kevnarî û turîzma bajar û hem jî rolên wan yê di navneteweyî de giringe.”
‘Li aliyê dinê jî HES dixwaze projeya xwe berdewam bike’
Nevîn bal kişand li ser projeya HES’ê ya li qada Amedê û got: “Ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Derdor ve Hevsel weke herêma rezerv hat dîtin. Li aliyekê li ser beşekê dest bi projeyek ya rekreasyona kiriye û li aliyê dinê jî dixwazin di qadê de projeya HES’ê berdewam bikin. Ev herdu proje jî rîskên mezin çêdike. Me ev gihand dam û dezgayan. Taybetî jî bi projeya HES’ê re ev du cihên dîrokî û giring dimirin.”
Avên mezin çandên mezin di afirînin’
Nevîn destnîşan kir ku yek ji avên herêmê yên giring çemê Dîcleye û wiha domand: “Avên mezin çandên mezin di afirîne.Yek ji çandên herî mezin yên ku vê avê afirandî Amede. Bi hezaran sale Amed li ser çemê Dîcle berheman di afirîne yek ji van qadan jî Hevsele. Ji bo parastina vê dîrokê her kes berpirsin. Bi vê bûneyê em ji her kesê dixwazin ku baldarbin.”
‘Zererê nedin belgeyên xwezayî bila bên parastin’
Nevîn bal kişand li ser parastina nirxên dîrokî û got: “Em qala dîmenên xwezayî yên ku ji hezaran sal tên û xwe gihandine dema me. Ji ber wê jî lihemberî van dîmenên xwezayî divê hesasyet bê nîşandan. Ji ber baxçeyên Hevselê tenê ne ji bo çandiniyê di heman demê de bi bajar re bûne yek. Pêdiviyên bajar tîne cîh û di heman demê de herêmk ya çandê ye jî . Ji dema ava bûna bajar ya nêzî 8 hezar sale heta niha rolê çemê Dîcle û baxçeyê Hevselê pir giringe. Ji ber van sedeman me du mîrasên xwe yên dîrokî pêşkêşî UNESCO yê kirin.”
(zt)
