Li Amedê roja çêrokan ya cîhanê hat pîroz kirin
12:26
JINHA
AMED – Li Amedê ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve 14’ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê hat pîroz kirin.
Bi piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve Roja Çîrokan ya Cîhanê hat pîroz kirin. Çalakî ji aliyê Hevseroka Komeleya Nevîskarên Kurd Remziye Arslan li gel endamên komeleyê Vedat Çetîn û İsmail Dîndar ve hat amade kirin û li Navenda Çandê ya Cigerxwîn hat kirin. Çalakî bi duruşma “Her kesekê çîrokek xwe heye” hat despê kirin.
Piştîvan Helepçeyî yê ku ji bajarê Silêmaniyê bejdar bû di aliyê amade kirina çîrokan li herêma Soran de nêrînên xwe anî ziman. Ya ku çîrok û romanan di nirxîne Ayşegul Tozoren jî ji pirtuka girtiyê muebetê Mahmut Yamalak ya bi navê “Mermer Kanatli Kuşlar” kete rê li ser çîrok û romanên girtiyên muebet “wêjeya muebet” nirxand. Kom mizukê ya ku dibiniya Navenda Çandê ya Dîcle Firadê de xebatên xwe birêve dibin derketin dikê sitiran gotin û piştî wan çalakî bi dawî bû. Di dawiyê de Namzeta Hervseroka Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak û Midura Çandê Cevahîr Sadak Duzgun jî beşdar bûn û bi hev re xwarin xwarin.
(zt)
