KA-DER, ji bo Dezgeha Kontrola Gelemperî ya Parlamentoyê wekheviya cinsiyetê daxwaz kir
13:23
KA-DER, Kamu Denetçisi seçimlerinde ‘cinsiyet eşitliği’ istedi
JINHA
STENBOL- Komeleya Piştevaniya Berendamên Jin (KA-DER), bal kişand ser hilbijartinên Dezgeha Kontrola Gelemperî ya Parlamentoyê û da zanîn ku 6 kadro hatin wezîfedarkirin û divê di nav van kadroyan de 3 jî jin bicih bigire.
Komeleya Piştevaniya Berendamên Jin (KA-DER), 10 sal in ji bo avakirina Dezgeha Kontrola Gelemperî têdikoşe. Ji ber ku KA-DER’ê di avakirina dezgehê de gelek ked daye dixwaze ji bo wezîfedaran jî pêşniyaran bike. Rayedarên KA-DER’ê destnîşan kirin ku divê di nav 6 kesên wezîfedar de 3 wezîfedar jî jin bin û wiha gotin: “Em wekheviya di nav dezgehan wekî pîvan dibînin. Heke ev pîvan li dezgehan bê pratîzekirin dê ev qas demokrasî bikeve.”
Rayedarên KA-DER’ê di daxuyaniyê de wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Kesên ku di Dezgeha Kontrola Gelemperî de bixebitin, divê bi nêrîna wekheviya zayendî mijaran binere, ji bo pirsgirêkên jinan rêyên çareseriyê nîşan bide, ji bo çareseriya pirsgirêkan bikeve nava hewldanan, bi saziyên sivîl ên jinan re bikeve têkiliyan, kesên ku rê û rêbazên dezgehên gelemperî dizane û kesên ku qadên navneteweyî de bi tecrûbe be divê Dezgeha Kontrola Gelemperî ya Parlamentoyê bixebitin.”
(gk/hp/la)

