Stephen Hawking:Em neçarin ku zarokên li Suriyê biparêzin!
13:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser rewşa zarokên Suriye ya di dema şer de Stephen Hawking meqaleyek weşand. Meqaleya Stephen wihaye: “Li Suriye ya ku hemû dunya ji durve lê dinêrin tiştên pir xirab rudidin. Ev 3 sala şerê ku hêviyê xilas dike ji kenaran ve tê temaşe kirin. Weke bavek û bavekî mezin ez êşên zarokên Suriye temaşe dikim û dibêjim ji vê zêdetir re na...”
Di cîhanê de yek ji mirovê zanyarê İngiliz Stephen Hawking di rojnameya Washington Post ya li ABD’ê weşanê dike de meqaleyek bi sernava ‘Divê şerê li Suriye yê biqede’nivîsand. Di meqaleya Stephen de wiha hat gotin: “Li cihê ku hişê me yê hestiyarî lê cihê ku dad lê heye. Ji bo parastina zarokên li Suriyê û şerê li wê biqede divê em tev bi hev re bixebitin...”
Stephen diyar kir ku zarokên li Suriyê bi awayekî herî xirab tên qetilkirin û ji bo vê banga hestiyariyê kir û got: “Li Suriyê tiştên pir xirab ru didin û hemû dunya ji dur ve lê dinêrin. Li cihê ku hişê me yê hestiyariyê lê li wê dad jî heye. . Ji bo parastina zarokên li Suriyê û şerê li wê biqede divê em tev bi hev re bixebitin. Ev 3 salin şerê ku hêviyê xilas dike ji kenaran ve tê temaşe kirin. Weke bavek û bavekî mezin ez êşên zarokên Suriye temaşe dikim û dibêjim ji vê zêdetir re na...”
Dema ku Stephen Hawking 21 salî bû di sala 1960’an de naxweşiya ALS yê girtiye, li ser erebeya bi tekeleyan digere û nikare bipeyîve. Stephen bi alîkariya sîstema komputorê ya ku nivîsan dike deng li gel mirovan dikeve nava peywendiyan.
(zt)
