Li Mêrdînê perwerda siyasetê hat dayîna 34 jinan
14:42
JINHA
MÊRDÎN – Komeleya Perwerde Alîkarî û İstihdama Jinan ya Mêrdînê bi boneya nûneriya jinan ya di rêveberiyên hrêmî de bi Projeya Bihêzkirina Namzetên Jin perwerdeya siyasî hat dayîna 34 jinan.
Li Mêrdînê Komeleya Perwerde Alîkarî û İstihdama Jinan ya Mêrdînê (MAKİDER) li Navçeyên Midyad û Kerboranê yên Mêrdînê bi boneya nûneriya jinan ya di rêveberiyên herêmî de bi Projeya Bihêzkirina Namzetên Jin perwerdeya siyasî tê dayîna 34 jinan. Di dawiya perwerdê de Seroka MAKİDER Seylan Mungan agahî dan. Seylan diyar kir ku li Mêrdînê hejmara jinên ku di nava xebatên rêveberiyên herêmî de cih girtîn pir kêmin û got: “Li Midyad û Kerboranê 34 jin tevlî projeya me ya ÇATOM’ê bûn. Di projeyê de mijarên weke zayenda civakî, mafê jinan, nêrîna jinan ya li siyasetê, dostê jinan bajar, xebatên qampanye ya yeşîl siyaset û bi mijarên perwerdê derketina li ser kursiyê axaftinê û nirxandin kirin.
(zt)
