Li Rusya yê 24 sal ceza hat dayîna qatîlê zarokê

15:08

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma Primorskiya yê a Rusya yê yê ku zaroka keç ya 8 salî tecawîz kirî û paşê keçik miriyî hat darezandin û 24 sali û 6 meh cezayê muebetê hat dayîna wî.


Li gorî nûçeye Ajansa Nûçeyan ya Rusya yê Ria Novosti ya yê di 19’ê sibata 2013’an de xwendekara dibistana seretayî ya 8 salî dema ku ji salona werzîşê vedigeriya malê li cihê sekinandina otobusan wende bû û agahî jê nehat girtin. Malbata wê li zaroka biçuk digeriyan. Piştî çend rojan cenazeyê wê 15 kilometran durî bajêr di kenarê rê de hat dîtin. Girêdayî bûyerê lêkolîn hat despê kirin û di encamê de kesê binavê Anatoliy Trakpo hat girtin. Di lêpirsînê de qatîl sucê xwe pejirand. Anatoliy diyar kir ku dema keçika 8 salî diçu malê li bar wê rawestaye ew xapandiye li wesayîta xwe siwar kiriye.


Doza Anatoliy Trapko li dadgeha herêmi ya Primorskiy hat dîtin. Di dozê de 24 sal û 6 meh muebet û li gel jî 2 milyon ruble (nêzî 57 hezar dolar) ceza hat dayîn.   


(zt)