Li Êlihê xebatên BDP’ê yên ji bo hilbijartinan didomin
16:55
JINHA
ÊLİH – Bi boneya hilbijarinên 30’ê Adarê BDP’ê li Êlihê lez dan xebatên xwe. Di vekirina Buroya hilbijartinan de Namzetên Hervşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabri Ozdemir axivîn û gotin: “Di 30’ê Adarê de emê li gel rêveberiya xwe ya cewherî û vîna xwe tercîha xwe danin holê.”
Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Êlihê bi durişma “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” xebatên xwe yên hilbijartinê birêve dibi. Girseya BDP’ê bi şahiyekê li taxa Gultepe buroya hilbijartinan vekirin. Di şahiyê de Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Êlihê, endamên MP yê Nezîr Gulcan û Guntay Uzun, Serokê Navenda HDP’ê ya Êlihê Mahmud Çiftçî, Serokê Şaredariya Êlihê Serhat Temel, rêveberên navend û navçeyên Êlihê,endamên navend û meclisa şaredariyê û girseya gel amade bûn. Ketina navenda şahiyê ha namzetên hervşaredariyan ji aliyê girseya gel ve bi coş hatin pêşewazî kirin. Di qadê de durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Êlih bi we serbilinde” hatin bilind kirin.
‘Em dengê hemû kesên li Êlihê dijî dixwazin’
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û paşê jî Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Êlihê Gulîstan Akel axivî. Gulîstan bal kişand li ser bişaftinê û got: “Bi bişaftinê gelan dikin dijminên hev. Em weke gelên qedîm yên li ser vê axê dijîn ji hêzên nijadperest û zordar re dibêjin na. Ji ber em polîtîkayên wan yên qirêj na pejirînin rastî tundiyan tên. Lê emê li ber xwe bidin. Emê tekoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê berdewam bikin.”
‘Ji ber hêza vî gelî dibînin êrîş dikin’
Namzetê Hevşaredariyê Sabrî Ozdemîr jî bal kişand li ser protesto kirina 15’ê Sibatê ya li Êlihê û got: “Di 15’ê Sibatê de li Êlihê êrîşî me kirin. Yên ku êrîşî me kirin ji ber hêza me dîtin êrîşî me kirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Hêj tênegihiştine bi zor û çewisandinê nikarin hêza gel bişkênin. Gel ev nîşan da û îro jî li ser lingan vê nîşan didin. Emê li her derê xweseriya demokratîk îlan bikin. Rojava bi hemû nasnameyên gelên cuda bi hevre meclis ava kirine û xwe bixwe rêve dibin. Em jî dê bigihin vê serkeftinê. Di 30’ê Adarê de emê li gel rêveberiya xwe ya cewherî û vîna xwe tercîha xwe danin holê.”
Li Qubîn û Awiskê BDP yî hatin pêşewazî kirin
Li navenda bazarê ya Navçeya Qubînê ya Êlihê buroya hilbijartinan hat vekirin. Buro bi tevlîbûna Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr, endamên MP yê Nezîr Gulcan, Serokê Şaredariya Êlihê Serhat Temel, Namzetên Hevşaredariyê yên BDP’ê yên Qubînê Dîcle Erdam û Mustafa Ozturk, têkela DOKH’ê, endamên Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê, rêvebarên STK yê û girseya gel bi hezaran tevlî bûn. Di qadê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Alên KCK û BDP’ê hatin hildan. Girseyê dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “zorî nikarin me paşde bidin” hatin bilind kirin. Her wiha gel li ber dengê muzîkê govend gerandin.
‘Emê di 30’ê Adarê de bi serkeftî dakevin qadan’
Di vekirina buroyê de axafina despêkê ji aliyê Namzeta Hevşaredara Qubînê Dîcle Erdem ve hat kirin. Dîcle got: “Emê bi hêz û coşa we di roja 30’ê Adarê de bi serkeftî dakevin qadan. Qubîn dem dem li hember rundiya fewdal û pergal deshilat mexdur maye. Em bi îdiayekê hatinê vê derê û heta em îdiaya xwe dernexin rastiyê emê ji Qubînê neçin.”
‘Li vê derê tenê şaredariyek ya malbat û eşîretê heye’
Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Qubînê Mustafa Ozturk jî anî ziman ku ve hilbijartin dê ji bo gelê Qubînê serkeftinên mezin bîne û wiha domand: “Ev hilbijartin ji rêzê nîne. Tenê armanca me ji bo em li Qubînê şaredariyê bigirin nîne, di vê hilbijartinê de dê gelê kurd vîna xwe diyar bike û nîşanî hemû cihanê bidin.”
Li Awiske yê buroya hilbijartinan hat vekirin
BDP yî ji Qubînê derbazî bajaroka Awiskê bûn û li wê jî buroya hilbijartinan vekirin. Di vekirina buroyê de girseya gel durişmên weke “Bijî Serok Apo” û “PKK gele gel jî li vire” bilind kirin. Demeke kin Namzetên BDP’ê û welatiyan li ber muzîkê govand geran din. Di vekirina buroyê de ji bo cangoriyên tekoşînê deqeyek rêz hat girtin û paşê jî namzet yek yek hatin nasîn. Axaftina despêkê ji aliyê Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Bajaroka Awiskê Hidayet Tiryaki ve hat kirin. Hîdayet got: “Ev 90 salin hêzên mêtîngeran û xwînmijan çavên me girtine. Lê bi derketina PKK’ê û keda Rêberê PKK’ê Birêz Abdulah Ocalan em di Rojhilata navîn de bûne nimûne. Di demeke herî nêz de dê serkeftin bibe ya me.” Namzetê Hevşaredarê Awiskê Osman Karabulut jî bal kişand li ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despê kirin.
Piştî axaftinan buro hat vekirin.
(zt)
