Wênevanê Ranyayî li Amedê pêşangeh vekir
17:14
JINHA
AMED – Wênevanê Ranyayî Khalil Ali pêşangiha wêneyan vekir. Pêşangeha wêneyan ji aliyê gelek kesên ji Herêma Federala Kurdistanê û welatiyên Amedê ve hat ziyaret kirin. Di pêşangahê de gelek wêneyê gelek wênevanên Ranyayî cîh girtin.
Wênevan Khalil yê ku ji Bajaroka Ronya ya Herêma Federala Kurdistanê li Navenda Çandê ya Cigerxwîn pêşangiha wêneyan vekir. Di pêşangehê de li gel wêneyên wênevan Khalil Ali gelek wêneyên wênevanên Ronya yî cih girtin. Di vekirina pêşangehê de li gel xebatkarên bajaroka Ronya yê gelek welatî tevlî vekirinê bûn.
Xebatkarên Bajaroka Ronya yê qurdeleya vekirinê birîn. Wênevan Khalil welatî li pêşangihê gerandin û wêne dan nasîn. Dê pêşangiha wênayan ya wênevanên Ronya yî du rojan ji bo gelê Amedê vekirî bimînin.
(zt)
