Yekîtiya Star bi 54 rêxistinan re hevdîtin pêk anî
17:11
JINHA
QAMIŞLO – Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star ku navenda wê Qamişloye ji kongriya xwe ya 5'ê ku di nîsana 2013`an de hatibû lidarxistin û vir ve, bi armanca avakirina nerîneke yekbûyî ya jinan bi 54 rêxistinên jinan ên Rojava û derve re hevdîtin pêk anîn.
Rêxistina jinan Yekîtiya Star ji rêxistinên jinan herî çalak di Rojava bi taybet û Sûriyê bi giştî de. Yekîtiya Star di sala 2005'an de hate damezirandin û ji wê demê de xebatên xwe ji bo nerîneke yekbûyî ya jinan da meşandin. Yekîtiya Star ji bo nerîneke yekbûyî ya jinên hermû netew û mezheban pê bê bi hemû sazî, rêxistin, dezgeh û kesayetên jin ên serbixwe re civiyan.
Buroya Têkiliyên Dîplomasî vekirin
Yekîtiya Star û bi armcana ku xwe bighîne hemû sazî û dezgehên jinan ên Rojava, Sûriyê û derve jî buroya xwe ya têkiliyên dîplomasî li navenda herêma Cizîrê Qamişlo vekirin. Biryara vekirina buriyê de di kongereya 19'ê nîsana 2013'an de ku bi durişmeya '' Jinên Azad mirogerkirina netewa demokratîke'' ku bi tevlîbûna 350 delegeyî hatibû lidarxistin hate standin.Buroa di 7'ê kanûna 2013'an de li taxa Xerbî ya Qamişlo hate vekirin. Girêdayî buroyê 34 endam bi awayekî dildarî li seranserî bajar û navçeyên herêma Cizîrê dixebatin. Ji hemû şaxên komîteyê rêveber ji 7 endaman ku nûnertiya hemû herêma Cizîrê dikin hate destnîşankirin hatiye dameziranidin. Komîteya rêveber her 15 rojan carekê dicive û xebatên xwe yên di herêma Cizîrê de dinirxînin. Ji bo herêmên Efrîn û Kobanê jî ji ber rewşên heyî komîte di riyên teknîkî de(telefon, internêt) di nava têkiliyan dene û xebatên wan dişopînin. Li aliyê din jî biriyar hatibû standin ku şaxên buroyê li herêmên Rojava, Şam û Libnan jî bê vekirin.
Derbarê xebatên Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Yektîya Star endama Rêveber a Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yektiya Star Nûjîn Yûsif diyar kir ku wan buro bi armanca zêdekirina têkiliyan bi sazî û dezgehên jinan re vekirine. Nûjîn, da zanîn ku armanca wan a din ji vekirina navendê jî ew bû ku endamên komîteyê di warên fikrî de bêne perwerdekirin û di vê çarçoveyê de heftana semînerên li ser ''dîroka jinan, Dîplomasî, dîmoqratî û rêveberiya xweseriya demokratîk têne perwerdekirin.Komîteya têkiyên Dîplomasî ji destpêka damizirandina wê û vir de bi 17 rêxistinên jinan ên hemû pêkhateyên Cizîrê re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin bi rêxistinên jinan ên Suryanî, ereb, asûrî û çeçanî re jî pêk hatin. Di civînan de rewşa jinên herêmê hetin nîqaşkirin û hate xwestin ku jinên herêmê bi yek dengî têbikoşin û bingeha xebatên wan maf û azadiya jinan be.Piştî ku Yekîtiya Star piştgiriya xwe bi hemleya YJA'yê ku bi durişmeya '' Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve'' ragihand, buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star karîbû bi gelek saziyên jinan re têkeve nava têkiliyan de û di vê çarçoveyê de gelek saziyên jinan ji hemû pêkhateyên herêma Rojava beşdarî çalakiyên di çarçoveya hemleyê de bûn.Komîteya têkiliyên dîplomasî piştî ku Meclîsa Qanûnasaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryar beşdariya jinan bi nisbeta 40 ji sedî da, plan kir ku bi rêxistinên jinan ên derve û hundire rûnên û têkiliyên xwe bi jinên Rojhilata Navîn û Ewropa re jî têkiliyan çêkin.
Têkilî bi 15 rêxistinên Sûriyê re pêk anîn
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî heta niha li gel 15 rêxistinên jinan ên Sûriyê re civiyan e. Şandeya komîteyê re di îlona 2013'an de çû paytext Şamê û li wir bi jinên Sûriyê re ketin nava têkiliyan. Hin ji rêxistinên ku komîte li Şamê bi wan re civiyan ev in:'' Jinên Desteya Hevkariya Niştimanî, Teyar El-Musteqbel a avakirine Dewletê, Hevdîtina jinên ku aştiyê çêdikin û gelek jinên serbixwe''
Hevdîtiyên li perçeyên din ên Kurdistanê
Komîteyê di vê dema kurt de karîbû bi gelek rêxistinên jinan ên Bakur û Başûrê Kurdistanê re bicivin. Di vê çarçoveyê de komîte bi jinên "BDP,HDP,KOMMENIST,FEMÎNIST,AKADIMSIYANre"yên Bakurê Kurdistanê re civiyan. Her wiha bi gelek jinên serbixwe û endamên jin ên tevger û saziyên civakî yên sivîl re jî civiyan.Li Başûrê Kurdistanê nê jî komîteyê têkilî bi 13 rêxistinên jinan ku '' Jinên Tevgera Goran, PÇEK, RJK, Kommenîst, Afretan Kompîn, rêxistina Îtalî ya li dijî tundiya li ser jinan, Rêxistina Mafê Zarokan û jinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî re civiyan.Derbarê hevdîtinan de Nûjîn Yûsif, destnîşan kir ku di hevdîtinan de wan rêxistiya Yektiya Star û xebatên wan bi hemû jinên derve re danasîn. Nûjîn Yûsif, got ku girtina sînoran bandora xwe ya neynî li xebat û hevdîtinên wan kiriye. Derbaêr planên wan ên pêşerojê de Nûjîn Yûsif bang li hemû jinan kirin ku bi yek dengî tevlî çalakiyên pîrozbhiyên 8'ê Adarê bibibn.

