Banga Wezîrê Tenduristiyê yê Rojava ya ji bo bijîşkan

08:57

Zehra DOGAN / JINHA


ENQERE- Wezîrê Tenduristiyê yê Rojava Ciwan diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyan hemû nexweşxaneyên Rojava wêran bûne û pirsgirêkek mezin ya tenduristiyê li Rojava heye. Ciwan li sar rewşê bang li hemû bijîşkên cîhanê kir û got: “Ez bang li bijîşkên kurd û hemû cîhanê dikim. Werin Rojava û Suriye bibînin û birînên mirovan bipêçin. Ji ber ev peywira weye. Di tevahiya cîhanê de bijîşkên dil pak bila ji bo me dermanan bişînin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin bila bên li vê derê li gel me di nexweşxaneyan de bixebitin.”


Heyeta ku ji kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê pêktên li gelek sazî û dezgayên li Tirkiyê geriyan û danûsitandina ramanî dikin. Ji van mijaran yek jî tenduristiye… Gelê Suriye û Rojava herîzêde di tenduristiyê de zorî kişandin. Mixabin hêj ew pirsgirêka wan didome û tu agahiyên erênî nîne. Surye ya ku beşekî mezin ketiye di destê çeteyan de nexweşxaneyên wê hatine bombebaran kirin û desturê nadin ku derman ji derve bikeve hindirê wê de. Wezîrê Tenduristiyê yê Rojava Bijîşk Ciwan diyar kir ku li gel bijîşkên herêmê dê bên bahev û li ser rewşa Rojava nîqaş bikin û got: “Li Rojava tenê kurd najîn. Bi hezaran erebên penaber yên ku ji Suriye direvin tên li me disitirin hene. Ev jî hêjmara me pir zêde kiriye. Em di aliyê tenduristiyê de pir zoriyan dibînin. Ji ber di nexweşxaneyên me yên hilweşayî de cih û derman nîne.”


‘Gelek bijîşkan axa xwe terikandin û revîn’


Ciwan yê ku li herêma Hesekê peywir girtiye bi bîrxist ku di havîna derbasbûyî de çeteyên El – Nusra êrîşên pir giran anîn li sre Hesekê û got: “Wê demê êrîş û bombebaranên mezin anîn li ser bajar. Gelek hevalên minên bijîşk ji ber van sedeman revîn çun Ewrupa. Ez naxwazim ji wan re bêjim hevalên min. Ji ber bijîşkbûyîn di hemû şert û mercan de alîkarî kirina mirovên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Lê bijîşkên dinê ev nekirin. Min li gel çend hevalên xwe me biryar de ku em di naxwşxaneyên xirabe û hilweşayî de bixebitin.” Ciwan da zanîn ku gelê Hesekê yê ku xwediyê hêza berxwedanê di demên bombebaranê de jî bi dilgermî tekoşîna xwe didomandin.


‘Çeteyan herî zêde êrîşî nexweşxaneyan dikirin’


Ciwan destnîşan kir ku ji bo welatî bikarin didema bombebaranê de xwe biparêzin wî bi rojan perwerde daye. Ciwan diyar kir ku didema pir êrîş li ser wan hatî kirinde di aliyê dermanda de wan pir zorî kişandine û çeteyan jî herî zêde êrîşî nexweşxaneyan dikirin û wiha domand: “Ji ber çete naxwazin yên ku birîndar jî dibin sax bimînin. Çete difikirin ji bo ku xweseriyan demokratîk ya Rojava çênebe gel hemû tune bikin.” Ciwan da zanîn ku herî zêde çeteyan êrîşî li ser nexweşxaneyan dikirin û nîvê nexweşxaneyan helweşandine yên mayîn jî hemû xirabene û got: “Hatibû rewşek wiha êdî me saetên êrîşê dizanîn dê kijan saetan êrîş bikin. Li aliyekê me li nexweşan û birîndaran dinêrî li aliyê dinê jî em li cihên sitargeh yên ku em xwe û nexweşan têde biparêzin digeriyan. Êrîş êdî ji bo me rutîn û herdemî bû.”


‘Piranî di nexweşxaneyan de dayîk peywerê digirin’


Ciwan bal kişand li ser rewşa Rojava ya tenduristiyê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Pirsgirêka tenduristiyê li Rojava pir mezine. Ji gelek herêmên Suriye yê ereb tên li gel me bicîh dibin û li gel me mayînê xwe bi ewle dibînin. Em li aliyekê birîndarên xwe yên hêza ewlehiyê derman dikin û li aliyê dinê jî rojane karê xwe yê li nexweşan nêrînê dikin. Bi taybetî jî di dema birîndar pir dibin de ji ber di nexweşxaneyan de cîh namîne gel birîndaran dibin malên xwe li wê derman dikin. Di van aliyan de alîkariya dayîkên bitemen pir çêbûn. Dermanên ku tên Rojava li ser sinur tên asteng kirin. Ji ber van sedeman pirsgirêkên me yên dermanan pir zêdene. Lê bi zanîna dayîkan ya alternatîf û dermanên wan yên xwezayî gelek kes ji mirinê rizgar kirine. Di aliyê tibê de jin ûxweza dinava hev de ji bo awantajeke. Niha piraniya xebatkarên di naxweşxaneyan de dixebitin ne bijîşkin. Piraniya yên ku di nexweşxaneyan de dixebitin dayîkên me yên bi zanîna xwe ya peydakirina dermanên xwezayî ne cih digirin.”


‘Bijîşkên biwijdan divê alîkariya me bikin’


Ciwan destnîşan kir ku taybetî ji dermanên ji aliyê Tirkiyê tên pir li ser sînor disekinin û piraniya wan dema digihin me dîroka wan derbas dibin. Ciwan ji bo zu şandina dermanan û derbasbûna zoriyên ku bijîşkên Rojava dijîn bang li hemû bijîşkên hestiyar kir ku di vê mijarê de baldar bin û got: “Niha pirsgirêka me ya derman û bijîşkan heye. Ez bang li hemû bijîşkên xwedî wijdan bitaybeti yên kurd û hemû cîhanê dikim. Bila bên birînên mirovên Rojava û Suriye derman kirin. Ji ber ev peywira weye. Bijîşkên ku Rojava terikandine bila vegerin û xizmeta gelê xwe bikin. Banga me ji bo hemû bijîşkên cîhanê ye. Hemû bijîşkên hestiyar û bidil ji bo me dermanan bişînin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin bila bên li vê derê li gel me di nexweşxaneyan de bixebitin.”


(zt)