Di aliyê aborî de tecrubeyên jinên Amedê
09:07
Şehriban Aslan - Tekoşin Tekin / JINHA
AMED- Kooperatîfa Jinên Baglarê ya ku dibiniya Şaredariya Baglaran de xebatên xwe birêve dibin hem jinan tevlî jiyana kar dikin û hem jî di aliyê aborî de alîkariya jinan dikin. Seroka Kooperatîfa Jinan ya Baglarê Besile Narîn diyar kir ku ew dixwazin jin ji malan derkevin. Besîle da zanîn ku yek ji sedemên sereke yê ku jinan di mal de didin girêdan zarokên wanin. Besîne destnîşan kir ku ji ber vê jî armanca wan ewe ku ji bo zarokan kreşan çêkin û zêdetir jinan tevlî jiyana kar bikin.
Kooperatîfa Jinên Baglarê ya ku dibiniya Şaredariya Baglaran de xebatên xwe birêve dibin hem jinan tevlî jiyana kar dikin û hem jî di aliyê aborî de alîkariya jinan dikin. Kooperatîra Jinên Baglarê ji sala 2008’an heta niha bi awayê alternatîf xebatên xwe birêve dibin û bûye mînakek ya ber biça a ku jinan tevlî xebatên aboriyê dike. Di atolye yên tekstîl û çanteyan de bi giştî 12 jin îstihdamê dikin. Her wiha di aliyê bazara kooperatîfê de gelek jin cih digirin. Jinên ku dixwazin tevlî karê kooperatîfê bibin lê ji ber zarokên xwe nikarin. Heger we jin jî tevlî cîhana kar bibin dê hem ji bo wan û hem jî îstihdama herêmê bihêz bikin.
Jinan bi kooperatîf û aboriyê gavên giring avêtin
Kooperatîfa Jinên Baglarê ev 6 salin derfetên kar dane jinên Amedê. Ji bo jin di kar de xwe pêş bixin û bi hêza xwe ya cewherî bawer bin pêşengiyê dike. Di derbarê xebatan de seroka kooperatîfê Besîle Narîn agahî dan. Besîne diyar kir ku ew dê jinan ji malên têde hatine hebis kirin derxînin. Besîle da zanîn ku ji bo jin bawerî bi hêza xwe ya cewherî bînin alîkariya wan dikin. Besîne destnîşan kir ku tu pirsgirêka jinan li gel kar kirinê nîne û got: “Dema ku jin bi xwe pêdiviyên xwe yên aborî dabîn dike û li ser lingê xwe disekine ev helwestên wan hêzê dide wan. Xebata jinan alîkariyê dide xebata mala wan jî. Ya herî giring jî li destê mêran nanêrin.” Besîle diyar kir ku jinên dibeşên kooperatîfê de xwediyê tecrubeyan wane didin jinên dinê.
Kreş dê hatina jinan ya kooperatîfê zêde bike
Besîle da zanîn ku di beşa testîlê de ew zêdetir giringiyê didin diruna kincên kurdi yê netewî û wiha got: “Eleqeya jinan ya li hember kincên kurdi yê netewî zêdeye. Kincên kurdi yên netewî tenê ne yênherêmêne. Li çar aliyê Kurdistanê tên li ber kirin. Ji ber vê sedemê me giringî dan kincên kurdi yên netewî. Em ji derveyî welat jî siparişan digirin. Bêguman em tenê bi kincên herêmî re sinir namînin. Di heman demê de em kincên rojane jî didirun.” Besîle destnîşan kir ku her jinên ku bixwazin dikarin di kooperatîfê de bixebitin. Besîle diyar kir ku hinek jinên dixwazin bixebitin ji ber zarokên xwe nikarin û ji herêma kar dur dimînin. Besîle da zanîn ku ji bo jin bikarin bixebitin dê di çarçoveya xebatên kooperatîfê de kreşan çêbikin. Besîle destnîşan kir ku bi vekirina kreşan re dê hejmara jinên di kooperatîfê de dixebitin zêde bibin.
(zt)
