Li ser tecawîzê re 7 meh derbas bû hêj lêpirsîn bidawî nebûye
10:18
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Di derbarê T. A yê ku keça 20 salî N. Y revandî, şidet lêkirî û tecawîz kirî berî niha 7 mehan doz lê hatibû vekirin. N. Y ji malên sitargihan êdî dixwaze vegere mala xwe. Lê ji ber T. A yê ku berî niha 7 mehan doz lê hatibû vekirin hîna nehatiye girtin, ji derve digere û ji ber wî nikare vegere malê.
Li Navçeya Sîlvanê ya Amedê di tebaxa 2013’an de N. Y ya 20 salî çu eminyeta polîsan ya Yenîşehîrê û li wê îfade da. Di derbarê bûyerê de N. Y got: “T. A her dem dihat xwestina min. Di meha adarê de hat mala me û ez bi zorê revandim û birim Amedê. Malbata min di derbarê vî kesî de gilî kirin. Dema ku ez birim Amedê bi zorê li gel mela ez mar kirim. Ez birim miduriyeta polîsan weke ku ez bi daxwaza xwe pêre reviyame îfade da. Paşê ez birim Sîlvanê li navnîşanek min nedizanî ez bi cîh kirim. Bi zorê ez di wê malê de hiştim.”
‘Dema ku min ferq kir derî kilît nekiriye ez revîm’
Dema ku N. Y li Sîlvanê îfade da diyar kir ku bi zorê pêre ketiye têkiliyan. N. Y da zanîn ku ew bi dehcaran hat tecawîz kirin û dema ku carekê ferqkiri derî ne kilîtkiriye hema reviya. N. Y navnîşana kesê gumanbar da polîsan û ji ber ewlehiya canê wê nabû xwest biçe malên sitargehan yên jinan bimîne. Dema ku N. Y ji bo lênêrînê birin nexweşxanê hat dîtin ku di laşê wê de gelek cihên derban hene. Piştî nexweşxanê jinik li malên sitargehan ya jinan bicîh bû. Diderbarê kesê gumanbar de gotinên weke “êrîşa zayendî”, “bizanebûn birîn kirin”, “heqaret”, “kes ji azadiya wê bêpar kirin” û tehdîd kirin” di derbarê gumabar de lêpirsîn hat despê kirin.
Parêzera N. Y Gulşen Ozbey girêdayî mijarê serî li Serdozgerê Amedê da û xwest di derbarê gumanbar de biryara girtinê bê dayîn. Gulşen diyar kir ku N. Y ya li malên sitargehan dimîne ji ber negirtina gumanbar ditirse nikare vegera mala xwe. Gulşen da zanîn ku lêpirsîna ku berî niha 7 mehan despê kiriyî hêj bidawî nebûye.
(zt)
