Doza qetil kirina C. T cardin bê encam ma
10:50
JINHA
AMED – Vedat Taniş yê ku di meha Îlona derbasbûyî de hevsera xwe xiste ber kêran û qetilkir. Di duyemîn roniştina dozê ya li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de cardin bê encam ma. Doz heta 9’ê nîsanê hat paşve xistin.
Li Amedê di 15’ê Îlona sala 2013’an de Vedat Taniş hevsera xwe C.T ji 16 cihan bi kêrê birîn kir û qetilkir. Runiştina duyemîn ya dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de yê ku girtî tê darezandin Vedat Taniş, xizmên C. T, malbata Vedat, parêzer û têkela DOKH’ê amade bûn.
‘Bila ji min bê berdan lê ezê paşê wê bikujim’
Şahida bûyerê keça C. T diyar kir ku bavê wê ew û zarokên dinê derxistine û bavê wê diya wê di oda razanê de kilît kir. Keça wê ya 15 salî da zanîn ku wê demê wê dengê diya xwe bi gotinên weke “Ez naxazim bimirim” bihistiye. Dayîka C. T jî destnîşan kir ku gelek caran keça wê hatiye li gel wê û daxwaza berdanê kiriye. Dayîka wê desrnîşan kir ku dema wê jî xwestiye keça wê bê berdan Vedat li gel wan gotiye: “Bila ji min bê berdan lê ezê paşê wê bikujim.”
Piştî guhdarkirina şahidan heyeta dadgehê doz heta 9’ê nîsanê paşde dan.
(zt)

