Li bajarê Meletya yê afîşên zayendî

11:46

JINHA


MELETYA – Ji aliyê Konseya Bajar ya Meletya ve li bajêr afîşên weke “malbatên me xezêneya mene” hatin hilawstin. Platforma Jinên Demokratîk bi daxwiyaniyek nevîdkî nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û di daxwiyaniyê de wiha hat got: “’jinan nekin kole, bikin reyîsê malê.’ Konseya Bajêr bi kîjan armancê ev kirine bi rastî jî em li benda daxwiyaniyekêne. Em daxwaz dikin li cihên ku ev afîş hatine hilawistin demek ji yadin zutir jêbên vekirin.”


Sekreterê Gişti yê Konseya Bajêr di rojên derbasbûyî de îmza avêt binê xebatek balkêş. Konseya Bajar ya ku “di sala 2014’an de bi projeyên xwe yên lokomotif” tê naskirin. Di çarçoveya projeya “Malbatên me xezêneya mene” li gelek cihên bajêr bi afîşên weke “Jinan kole nekin, bikin reyîsê malê” hatin hilawstin. Girêdayî afîşan bertek ji saziyên civaki yên sivîl û gelek damû dezgayên nava bajêr hatin. Platforma Jinên Demokrat ya Meletya jî ji bo şermezar kirina helwesta Konseya Bajar daxwiyaniyek nivîskî weşandin. Endama  platformê Songul Tunçdemir daxwiyanî xwend. Songul got: “Dixwazin ku di ferqêdebûna di nava malê de serdestiya mêr û bê qîmet kirina jinan zêde bikin.”


‘Dixwazin bi afîşan mêr nirx bidin jinan’   


Songul bal kişand li ser hilawstina afîşên zayendî û got: “Gotina’Jinan kole nekin, bikin reyîsê malê’ heta dawiyê binpêkirina mafê jinan û hemû mirovane. Ji bo ku jiyana nava malê û kar bihevre bigunce divê tenê di aliyê jinan de nayên desgirtin û nirxandin. Dewletê hemû karên civakî xistiye nava malan de û li ser milê jinan tên kirin. Ev jî rê li ber zêdebûna newekheviya civakî vedike. Di vê mijarê de hem 10’emîn xala Makezagonê, hem li Tirkiye yê alîbûna Hevpeymana Netewên Yekbûyi ya li hemberî Jinan parastina biher awayî newekhevê û hem jî di aliyê AB yê de ev yek nayê pejirandin.”


Di dawiyê de Songul got: “’jinan nekin kole, bikin reyîsê malê.’ Konseya Bajêr bi kîjan armancê ev kirine bi rastî jî em li benda daxwiyaniyekêne. Em daxwaz dikin li cihên ku ev afîş hatine hilawistin demek ji yadin zutir jê bên vekirin.”


(zt)