DOKH’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kir
15:32
JINHA
AMED – Tevgera Jinên Azad û Demoktat bernameya xwe ya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kirin. Dê sitarta çalakiyan li bajarê pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz ya ku li Parîsê hatî qetilkirin Dêrsimê bê dayîn. Di nava bernameya wan ya hatî diyar kirin de çalakiyên cur be cur yên weke meş, mitîng, panel, semîner û gelek awayên dinê li 15 bajaran mitîn bên li darxistin. Di daxiwiyaniya girêdayî mijarê hatî kirin de şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinan de hatî despêkirin hat silav kirin.
Tevgera Jinên Azad û Demoktat (DOKH) ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kirin. Daxwiyanî li Komeleya Jinan Cerenê pêk hat. Di daxwiyaniyê de Namzeta Hevşaredariya BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Cîgira Hevseroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevga Meclisa Jinan ya BDP’ê Pelîn Yilmaz, endamên MP ya BDP’ê, têkela DOKH’ê û saziyên jinan damade bûn. Aktîvîsta Komeleya Jinan Selîsê Elif Berk daxwiyanî xwend. Elîf diyar kir ku ew dê ji derveyî 15 bajaran di tevahî herêmê de pîrozbahiyan bikin. Dê sitarta çalakiyan li bajarê pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz ya ku li Parîsê hatî qetilkirin Dêrsimê bê dayîn.
‘Roja 8’ê Adarê roja ku hemû qad bi rengê jinan bê xemilandine’
Elîf da zanîn ku di 8’ê Adarê de hemû newekhevî, mêtîngerî, zorî û şideta ku jinan bi hezarî salan dîtî anî rojevê. Elîf destnîşan kir ku çawa ku jin di pirsgirêkan de hevpar bûn dê di çareseriyê de jî hevpar bin û dê hemû qadan bi rengê jinan bixemilînin. Elîf derbirî ku li hemberî şideta ku jinan jiyan kirî dê sala 2014’an bibe sala demokrasî û azadiya jinan û jin dê li hemberî pergalê bibin hêza çareseriyê.
‘Em mezin kirina tekoşîna jinan armanc dikin’
Elîf pêvajoya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin û qempanye ya wan ya bi navê “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demoktarîk ve” ya ku atfî 3 jinên li Parîsê hatîn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatî kirin bibîr xist û got: “Bi ruhê Sakîneyan û perspektîfên netewa demokratîk xistina jiyanê, emê di herêmên civakî de tekoşîna jinan mezin bikin. Emê li hemberî pergala dewletparêz, deshilatparêz, zayendîparêz û sazûmaniya wê tekoşîna jinan bilind bikin. Bi rêxistin kirina tekoşînê ava kirina civaka sincî û polîtîk 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê dê hêj zêdetir watedar bibe.”
‘Emê bi hişmendiya 8’ê Adarê Newrozê bilind bikin’
Elîf got: “Netewa demokratîk perspektîfa hebûna gelan û jiyan kirina wan ya bi hevreye.” Elîf diyar kir ku weke netewa demokratîk ya ku bihevre jiyan kirina gel, çand û baweriyên cuda hedef kiriye. Elîf da zanîn ku 8’ê Adarê jî di Rojhilatanavîn de dê jinên ji netew, bawerî û çandên cuda bine bahev û got: “Dê bi 8’ê Adarê û despêka buharê re kombûn û yekîtiya jinan hêza wan ya xwesr û vîna wan bihêz bike û ber bi azadiyê bibin. Dê ev enrjî û hêza wan ji 21’ê Adarê Newrozê ber bi 30’ê Adarê ve bilind bikin.
‘Emê di 8’ê Adarê de li şoreşa jinan ya Rojava jî xwedî derkevin’
Elîf dastnîşan kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di heman demê de dê li şoreşa Rojava ya ku azadiya jinan bingeh girtiye xwedî derkevin û got: “Di vê wateyê de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê rastî pêvajoyek wiha giring hatiye. Emê jin bi deng û rengê xwe bi hişmendiya netewa demokratîk û ‘Bi Rêveberiya xweser ber bi Nasnameya Azad ve’ li hemû qadan bin. Tenê ne di navendan de emê li hemû tax, gund, bajarok, navçe û li her derê bin.”
Bernameya Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya 8’ê Adarê li bajaran wihaye:
1’ê Adarê: Dêrsim (mitîng)
2’ê Adarê: Agirî (mitîng û meş)
3’ê Adarê: İdir û Qers (meş, panel û semîner)
4’ê Adarê: Xerpêt (meş, panel û semîner)
5’ê Adarê: Gurgum, Bidlîs, Meletya û Konya (Cihanbeyli û Kulu) (meş, panel û semîner)
6’ê Adarê: Calemêrg, Şirnex û Sêrt (mitîng), Mûş û Dîlok (meş, panel û semîner)
7’ê Adarê: Êlih û Çewlik (mitîng), Semsur û Erzrum (meş, panel û semîner )
8’ê Adarê:Amed, Riha, Mêrdîn, İzmîr, Mêrsîn, Edene û Wan (mitîng)
9’ê Adarê: Stenbol (mitîng)
(zt)
