Lîstoka ‘Mutbex’ di 8’ê Adarê de der dikeve dikê
10:08
Şehriban Aslan – Tekoşin Tekin / JINHA
AMED – Ji aliyê Beşa Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve atoliye ya şanoyan hat vekirin. Jin şev û roj têde dixebitin. Derhinêra lîstokê Ayşê Sir diyar kir ku 9 jinên di şanoyê de cîh digirin, bêyî ku perwerdeya şanoyê bibînin bi berpirsyariyên giran lîstokê amade dikin. Ji lîstokvanan Şeyma Yerliler jî got: “Hem berpirsiyariya kar û hem jî ya malê min pir dide zorê. Li gel van hemû zoriyan jî bi jinan re di şanoyê de lîstin ji bo min demek pir xweşe.”
Ji aliyê Beşa Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve atoliye ya şanoyan hat vekirin. Di atolye yê de jinên ku berê qet perwedeya şanoyê nedîtine cîh digirin û amadekariyên lîstoka bi navê “mutbex” dikin. 9 jinên ku di lîstoka “mutbex” de dilîzin tecrubeyên wan yên berê yên şanoyê nîne û bi hemû hêzqa xwe amadekariyên lîstokê dikin. Listoka binavê “Mutbex” ya ayîdê Murathan Mungane rastiya Tirikiyê ya girêdayî jinan şidet, zayendî, tecîz û tecawîzê digire dest. Her 9 jinên di lîstokê de cîh digirin jî xebatkatên Şaredariya Bajarê Mezinin. Bi derhêneriya Ayşê Sir amadekariyên lîstokê didomin. Girêdayî lîstokê derhêner Ayşê Sir got: “Jin li şona dema ku ji kar derketin biçin malê bi zarok, hevser, xwarin û paqijiyê re mijûl bibin hema tên salona şanoyê. Di van şertan de em tên gelhev ji ruhek amator enerjiyek profesyonel derdikeve.”
‘Em hewil didin ku rastiya tirkiye yê bidin diyar kirin’
Ayşê Sir di Şanoya Bajaran ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê de derhinêrî kiriye. Ayşê da zanîn ku bi pêşiniyarên jinên di beşa jinan ya şaredariyê de cih digirin ew gihan biryara çêkirina atoliye ya şanoyan. Ayşê destnîşan kir ku piştî xebatên wan yên du mehan wan dest bi lîstoka bi navê “Mutbex ya Muradhan Mungan kiriye û got: “Her 9 hevalên minên jin yên ku di lîstokê de cîh digirin her yekê serpêhatiyek xwe heye. Lîstoka ku em dilîzin rewşa jinan ya niha li Tirkiye yê di aliyê şidet, tacîz, tecawîz û her awayê tundiyê ya ji aliyê pergalê ve li ser jinan tê kirin digire dest. Di vê lîstokê de bi serpêhatiya 9 jinan em hewil didin ku rastiya Tirikyê bidin diyar kirin.”
‘Em ji ruhek amator enerjiyek profesyonel derdixin’
Ayşê diyar kir ku dê cara yekê lîstokê di şeva 7’ê Adarê de pêşkêş bikin û paşê jî ji bo meha nîsan û gulanê amadekariyên xwe yên pêşkêş kirina şanoyan bidomînin. Ayşê da zanîn ku hêj wan lîstok neleyîstiye rastî eleqeyek mezin tê û got: “Jin li şona dema ku ji kar derketin biçin malê bi zarok, hevser, xwarin û paqijiyê re mijûl bibin hema tên salona şanoyê. Di van şertan de em tên gelhev ji ruhek amator enerjiyek profesyonel derdikeve.”
‘Li gel hemû zoriyam jî şano tuştek xweşe!...’
Şeyma Yerliler ya ku di lîstoka “Mutbex” de cih digire. Di Şaredariya Bajarê Mezin de di xizmetên civakî navenda berastengan de bi zimanê nîşandanê wergêr dike. Şeyma destnîşan kir ku xeyalê wê yê herî mezin li ser dika şanoyê cih girtinbû û got: “Hem berpirsiyariya kar û hem jî ya malê min pir dide zorê. Li gel van hemû zoriyan jî bi jinan re di şanoyê de lîstin ji bo min demek pir xweşe.” Nuray Bugra Kytluyugay jî di dawîreya guhandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin de Asîstana Seroka Dawîrê ye. Nuray zewiciye û zarokek wê heye. Nuray diyar kir ku mal, zarok, evser û şano wê pir diwestîne. Nuray li gel wê westana xwe jî da zanîn ku tenê daxwaza wê lîstok baş derbas bibe. Nuray destnîşan kir ku ew di wê baweriyêdenin ku dê lîsrtok serkeftî derbas bibe.
(zt)

