Kurd di 21’ê Sibatê de ji bo zimanê xwe li qadanin
11:59
Tekoşin Tekin- Şehriban Aslan/ JINHA
AMED – Di Tirkiye yê de 18 ziman li ber tunebûnêne. Kurd dê ‘Roja Zimanê Dayîkê’ ji bo zimanê xwe yê hîne qedexeye li qadan bin. Rêvebera KURDİ-DER’a Amedê Hamra Yakut Bakir diyar kir ku ew dê 21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi duruşma “Tekoşîna zman ya siyasî tekoşîna xwedîderketina li dîrok û axêye” meşekê li dar bixin. Hamra bang li her kesê kir ku tevlî meşê bibin.
Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyi ya Perwerde Zanîn û Çandê (UNESCO) yê ve di 17’ê mijdara 1999’an de weke 21’ê Sibatê hatiye diyar kirin. Ji Sala 2000’an heta niha girêdayî “Roja Zimanê Dayîkê a Navnetewî” çalakiyên cihêreng hatine kirin. Li gorî ku ji aliyê UNESCO yê ve ji bo zimanên dibin talokeya tunebûnê de nivîsek weke“Bilind kirina zimanên dibin talokeya tunebûnê denin” hatibe weşandin jî di cîhanê de 6 hezar û 700 ziman tên dîtin û ji van jî 2 hezar û 400 dibin talokeya tunebûnê denin. Di Tirkiye yê de 18 ziman li ber tunebûnêne. Kurd dê ‘Roja Zimanê Dayîkê’ ji bo zimanê xwe yê hîna qedexe li qadan bin. Di bin pêşengiya Tevgera Ziman û Perwerdê ya Kurdî (TZP Kurdî) de bi boneya “Roja Zimanê Dayîkê a Navnetewî” di serî de li Amedê, li hemû navend û navçeyan çalakî bên kirin. Bi duruşma “Tekoşîna zman ya siyasî tekoşîna xwedîderketina li dîrok û axêye” ye dê TZP Kurdî bi çalakiyên xwe yên renga reng li qadan bin. Dê BDP, KCD Egitim Sen û KURDİ-DER alîkariyê bidin çalakiyên TZP Kurdî. Rêvebera KURDİ-DER’a Amedê Hamra Yakut Bakir da zanîn ku îro hêj zimanê kurdî dibin dîlgirtinê dene. Hamra destnîşan kir ku li gel hemû qedexekirin û zoriyan jî ew dê parastina zimanê dayîkê bingeh bigirin. Hamra derbirî ku dê 21’ê Sibatê roja înê saet 13.00’an de ji Parqa Koşuyoluyê heta ber derê avahiya KURDÎ-DER’ê bimeşin. Hamra bang li her kesê kir ku tevlî meşê bibin.
‘Zimanê kurdan zimanek wenda nîne’
Hamra got: “Em kurdin û kurdbûna xwe ji zimanê xwe digirin. Divê gelê me li saziyan û her qadan bi zimanê xwe bipeyvin. Zimanê kurdî zimanek winda nîne. Lê rastî bişaftinek mezin hatiye. “ Hamra berxwedana xwendekarên zanîngeha Bangladeşê yên ku zimanê wan Urdu bû mînak nîşanda û got: “Di encama berxwedana Xwendekarên zanîngehê ya ji bo zimanê wan yê dayîkê li hemberî dewletê gelek kesan canê xwe feda kirin. Ew roj di UNESCO yê de weke roja zimanê dayîkê hat îlan kirin.”
‘Em dixwazin di meşê de jinan di pêş de bibînin’
Hamra girêdayî bernameya wan ya 21’ê Sibatê agahî da û wiha got: “Di rojên 18-19 û 20’ê sibatê de bernameyên me hene. Emê di van 3 rojan de li bazaran navên fêkiyan bi gel re parve bikin. Emê girêdayî meşa 21’ê Sibatê belavokan belav bikin.” Hamra bi boneya meşê bang li her kesê kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin tevlî meşê bibin û taybetî jî bang li jinan kir û xwest ew jinan di pêş de bibine û wiha domand: “Heger gel li zimanê xwe xwedî derkevin li hemberî dewletê dê daxwazên me yên ji bo perwerdeya bi zimanê me bihêzter bibe. Emê berxwedana xwe ya ji bo perwerdeya bi zimanê xwe berdewam bikin.” Di bin pêşengiya TZP Kurdî de dê ji bo çalakiyên 18-19 û 20’ê sibatê belavok bên belav kirin. Dê afîşên bilboard bêne hilawistin. Dê di 20’ê sibatê de di saet 13.00 an de li ber derê AZC yê daxwiyaniya çapemeniyê bê dayîn. Di dawiyê de jî dê di 21’ê Sibatê saet 13.00 an de ji parqa Koşuyoluyê heta ber derê KURDÎ-DER’ê meşek bê li darxistin.
(zt)

