Zu teşhîs kirina Guatrê rîska penceşêrê kêm dike
13:45
Tekoşin Tekin - Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Pisporê gişti yê Cerahiyê Kemal Karadaş girêdayî nexweşiya guatirê agahiyên giring dan. Kemal diyar kir ku dibin nexweşiya guatirê de rîska derketina nexweşiyên cidî hene. Kemal da zanîn ku zu teşhîs kirina nexweşiya guatirê pir giringe.
Guherîna paçê tiroit ê yê ku dibe sedema xirabûna hormunan guatr ê pêktînin. Ji xwe guatr tenê nexweşiyek nîne. Kombûna nexweşiyên cuda yên ku nîşanên wan cuda derdikevin û tedawiyên wan jî cuda tên kirine. Ji ber vê sedemê bi diyar kirina naxweşiyên girêdayî paçê tiroit ê yên bi kesan re derdikevin nirxandina guatrê kêm dibe. Paçê tiroit ê di pêşiya gewriya mirovan de tê dîtin û nexweşiyek ya hindire. Avzêkirina horumonên tiroit ê metabalîzmeya xebitandina leza laş zêde dike. Pisporê gişti yê Cerahiyê Kemal Karadaş girêdayî nexweşiya guatr ê agahiyên giring da. Kemal destnîşan kir ku nexwşiya guatr ê piranî bi jinan re çêdibe.
Bi jinan re guatr zêdetir dixwiyê
Kemal diyar kir ku divê nexweşiya guatr ê weke nexweşiyek ji rêzê neyê dîtin. Kemal da zanîn ku nexweşiya guatrê zêdetir bi jinan re derdikeve û got: “Carnan dibe ku dibin nexweşiya guatrê de naxweşiyên pir cidî jî derkevin. Ji sed nexweşiyên guatrê 3 yan jî 4 rîska penceşêra guatrê digire. Ji ber van sedeman zu teşhîs kirina nexweşiya guatrê şansê jê xilabûnê ji sedî 90 e” Kemal guatr di aliyê fîzîkî û fonksiyonel de li du beşan belav dike û wiha got: “Dema ku guatr bi awayekî ne asayî mezin dibe di şeklê wê de werimandin çêdibe. Di şertê asayî de bi her kesê re avzêyek fizyolojîk ya asayî çêdike û horumonên metabolizmaya laş têxe duzenê heye. Lê dema ku peywira wan horumanan zêde bibe dibe sedema çêbûna guatr a bi jehir yan jî bê jehir.”
Ji bo hemû guatran emelyat ne pêwîste
Kemal bal kişand li ser du awayên teşhîsan û got: “Asta kontrol kirina horumonan, asta tiroit û horumonan ya di xwînê de T3, T4 û TSH lêdinêre. Ultrasonografi jî rêbazek ya herî kêrhatî û bisud a teşhîs kirinê ye. Dikare bi awayek herî baş asta guatrê bipîve.” Kemal da zanîn ku her nexweşê guatrê nepêwîste bê emelyat kirin. Kemal destnîşan kir ku tenê di rewşên pir mezinbûna paçê tiroitê yan jî di dema zextdana wê de pêdivî bi emelyatê tê dîtin. Kemal diyar kir ku mezinbûna guatrê di gewriyê de boriya xwarinê dide zorê, mêzîna horumonan xira dike, rîska penceşêrê zêde dike û di van rewşan de serî li riya emelyatê tê dayîn.
(zt)
