Zarok di Navenda Nûdayê de bi kurdî difikirin û dikenin…

16:33

Hicret ÇİFTÇİ/JINHA 


WAN – Li Navenda Çand û Hunerê ya Nûda di aliyê hunerê de gelek pêşdeçun afirandiye. Weke hemû serkeftinên xwe yên hunerî niha jî bi zimanê dayîkê wane didin zarokan. Girêdayî mijarê ya ku waneya kurdî dede Saliha Ayata axivî û got: “Di van demên dawî de malbatan ji bo zarokên wan di dibistanan de xwe baş bînin ziman zarokên xwe ji zimanê dayîkê dur girtine. Lê dema ku zarok zimanê dayîka xwe baş dizanin di pêşerojê de zêdetir dikarin xwe îfade bikin. Li wê kêmaniyek dimîne. Ji ber van sedeman di mijara perwerdeya zarokan ya bi zimanê dayîka wan de em ewqas îsrar dikin. Ji ber di dibistanan de perwerdeya bi zimanê kurdî nîne. Zarok bi riya televizyonan jî dikarin tirkî hîn bibin. Lê zimanê xwe yê qedexe ji derveyî malbata xwe nikarin li ciheke dinê hîn bibin. Li vêderê zarok kurdî difikirin û kurdî dikenin. Ji bo pêşed birina wan em jî şanazin.”


Her çiqasî di van demên dawî de bi alîkariya qursên ku ji aliyê KURDÎ –DER’ê ve tên dayîn hinek rehetî çêkiribe jî lê di aliyê “perwerdeya bi zimanê dayîkê” de astengiyên ku hene hîna didomin. Li hemberî astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê gelê kurd di nava lêgerînên perwerdeya alternaltîf ya bi zimanê xweyê dayîkê denin. Yek ji navendên ku di aliyê hunerî de pêşdeçun afirandiye Navenda Çand û Hunerê ya Nûdaye. Navenda Nûda niha jî bi zimanê dayîkê perwerde dide. Di Navenda Çand û Hunrê ya Nûda de Salîha Ayata perwerdeya zimanê dayîkê dide. Salîha diyar kir ku xwendekarên wê zarokên temenê wan 5 salî û ji 5 saliyê mezintirin. Salîha da zanîn ku di temenê biçuk de hînbûna zarokan ya bi zimanê dayîkê rêyek ya bihêze li pêşiya bişaftinê. Salîha destnîşan kir ku weke dinê di navendê de xwendekarên wê yên temenê wan din ava 30-35 saliyê de jî hene. Salîha derbirî ku di nava kurdan de nezanîna zimanê dayîkê weke pirsgirêkekê tê dîtin û ji bo derbaskirina vê divê her kes di aliyê xwe de hewil bidin ku derbas bikin.


‘Zarokên tirkan ji perwerdê dibînin’


Salîhe bal kişand li ser hesas bûna zarokan ya di perwerdê de û got: “Perwerda zimanê dayîkê ji bo zarokên biçuk yên ku hîna di tu zimanên dinê de serwext nebûne pir giringe. Zarok di aliyê xwendin, nivîsandin û axaftinê de ji xwendekarên me yên gihiştî zêdetir serkeftîne. Ji ber xwediyê hişekî pakin ji ber wê rêziman zêdetir xwe di serê wan de digire. Ji ber vê ji bo perwerda kurdî bibe hîmê bingehîn me xwest em ji zarokan despê bikin. Niha bi qasî 30 xwendekarên me hene. Zarok tev di navbera 5 û 8 saliyê denin. Pir zêde serlêdan çêbûne.” Salîha diyar kir ku di nava zarokan de zarokên ne kurd jî hene û wiha domand: “Din ava zarokan de zarokên tirkan jî hene. Ji ber malbatên wan li Kurdistanê dijîn xwestin zarokên wan hînî kurdî bibin. Ev nêzî salêkê bû ev perwerda me di dome. Zarokên ku qet kurdî nizinin jî heta astekê hîn dibin. Xwendekarek yê me malbata wan ji Çorimêye. Navê wî Denize. Qet kurdî ne dizanî. Lê niha ji bo me sitranên kurdî dibêje.”


‘Divê dayîk zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin’


Salîha da zanîn ku di dema dersê de ew bi zarokan re demên pir xweş derbas dikin û wiha berdewam kir: “Zarok êdî lîstokên kurdî dilîzin. Hejmar û rengan dibêjin. Dest bi nivîsîna kurdî kirine. Bi vî awayî zarok baştir hîn dibin.” Salîha destnîşan kir ku ji bo hemû malibat zarokên xwe bişînin qursên kurdî wan xebat dane despêkirin û got: “Em dixwazin zarok di temenê biçuk de hînî zimanê kurdî bibin. Ji ber di dibistanan de perwerdeya bi kurdî nîne. Zarok li ber televizyonan jî dikarin hînî zimanê tirkî bibin; ya giring ewe ku zarok zimanê dayîka xwe hîn bibin. Jinên ciwan kurdî hînî zarokên xwe na kin. Ji bo ku di dibistana de zarokên wan zoriyan nekêşin ji zimanê kurdî dur digirin. Lê dema ku zarok bi zimanê dayîka xwe dizanin û pê perwerde dibînin hêj zêdetir serkeftîne. Daxwaza me ji malbatan ewe ku di mal de bi zarokên xwe re kurdî bipeyîvin.”


‘Zarokên me bi kurdî dikenin’


Salîha diyar kir ku di temenê biçuk de perwerdeya ziman ji bo zarokan giringe, zarokên ku bi zimanê dayîka xwe difikirin di nava civakê de zêdetir dikarin xwe bînin ziman û got: “Ev serkeftinên zarokan bandora xwe di ailyê muzîk, şano û sînemayê de jî dikin. Bandora ziman li ser derunî û ruhaniya zarokan jî heye. Di mal de kurdî û dibistanan tirkî zarokan dide zorê. Zarok di navbera du zimanan de dimînin. Ji ber van sedeman perwerdeya bi zimanê wan giringe.” Salîha bal kişand li ser zarokên di despêka perwerdê de girtî û got: “Bi demê re ev zarokên me vebûn. Ramanên xwe anîn ziman û bi mere parve kirin. Tê dîtin ku bi zarokan re hêza cewherî hatiye ava kirin.” Di dawiyê de Salîha bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin qursê û got: “Li vêderê zarokên me bi kurdî difkirin û dikenin. Ev hem zarokan û hem jî me şanaz dike.”


(zt)