KCD: Roja zimanê dayikê ya cîhanê li dayîkan pîroz dikin
10:56
JINHA
AMED-Komisyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Cîvaka Demokratîk (KCD) ji bo Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî weşand. KCD diyar kir ku ,Zimanê Kurdî ku, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanê derxistiye, îro ji ber polîtîkayên bişaftinê di navbera hebûn û tunebûnê de têdikoşe. Desthilatdarên Ereb, Tirk û Eceman bi her awayî polîtikayê tunekirinê meşandin. Lê, gelê Kurd jî zimanê xwe parast, ji bo zimanê xwe tekoşineke bêhempa da û vî zimanê qedîm anî heta roja îro.
Komisyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Cîvaka Demokratîk (KCD) ji bo Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî weşand. KCD diyar kir ku “Ziman ne tenê alavê ragihandinê ye. Ziman ne tene perçeyek goşt ê di devê me de ye. Ziman rihê mirovan e. Ne tenê bi sere xwe rihê mirov e, rihê gel e, rihê netewe ye. Li gel vê giraniyê, gel û netewan di bin pêşengiya Netewên Yekbûyî, de, li gor biryara UNESCO yê, îro roja 21 ê Sibatê weke roja zimanê dayikê pêşwazî dike û pîroz dike.
‘Desthilatdarên Ereb, Tirk û Eceman polîtikayên tunekirinê meşan'
Ev pîroz kirin ji bo zimanên ku di bin xetereyê de nin zaf girîng e. Ji ber ku îro gelek ziman û zarava, ji ber polîtîkayê bişaftinê ya desthilatdaran, hatiye ber qedandinê. Zimanê Kurdî û tevahî zaravayên wê jî di bin zext û zorê desthilatdaran de maye. Ev yeka ji gelekî xetereyeke mezin e. Zimanê Kurdî ku, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanê derxistiye, îro ji ber polîtîkayên bişaftinê di navbera hebûn û tunebûnê de têdikoşe. Desthilatdarên Ereb, Tirk û Eceman bi her awayî polîtikayê tunekirinê meşandin. Lê, gelê Kurd jî zimanê xwe parast, ji bo zimanê xwe tekoşineke bêhempa da û vî zimanê qedîm anî heta roja îro.
‘Gelê kurd azadiya zimanê xwe, weke azadiya xwe û netewa xwe dibîne û têdikoşe’
KCD da zanîn ku “Îro gele Kurd tekoşina xwe ya zimanê bi tekoşîna gelen ku zimanê wan di bin xetereyê de ne ve dike yek. Li gel vê yekê, zimanê Kurdî îro ji aliye dewletê ve di her astê de qedexe ye. Weke di makeqanûnê de, qanûnên perwerdehiyê, edeletê de û qadên fermî de qedexe ye. Ev qedexe kirin çavkaniyê xwe ji politikayên bişavtinê digire. Pergala pewerdehiyê pêketina zimanê digire. Zarokên Kurd ji heft saliyê xwe şunde bi zimanê biyanî ve rû bi rû dimîne û ev yeka dibe sedema trajediyeke mezin. Kesayetiya zarokên Kurd bi vê politîkayê jiyanê xwe re bi trawmayeke tund û bi derûniyeke şikestî destpê dikin. Ji ber sedemên vê rojê, em bang raya giştî û cîhanê dikin ku, balê bidin li ser polîtîkayên bişavtinê ya Komara Tirkiyeyê. Di sedsala 21. de ev polîtîka rûreşiyeke mezin e. Îro gele Kurd zimanê xwe weke rûmeta xwe pejirandiye û azadiya zimanê xwe, weke azadiya xwe û netewa xwe dibîne û têdikoşe. Ev yek hêjayê pîrozkirinê ye. Li ser vê bingehê em bang gelê Kurd dikin ku hê zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bikin zimanê perwedehiyê, zimanê wêjeyê, zimanê şaristaniyê û zanistê. Ji ber sedemên vê rojê, tekoşîna gele Bengalê silav dikin. Polîtîkayên bişaftinê bi dengekî mezin şermezar dikin. Ûm em jî weke gelanên bindest ya Cîhanê, roja zimanê dayika Pîroz dikin.
(pk)

