Di 8’ê Adarê de dê jin ‘Bi Jinan Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ bimeşin

13:05

Perihan Kaya - Beritan Yakut / JINHA


AMED – Tevgera Jinên Azad û Demokrat weke her salê dê îsal ji li qadan bin. Aktîvîsta DOKH’ê Songul Morsumbul diyar kir ku ew dê li Tirkiye û herêmê bi meş, mitîng, panel û çalakiyên xwe bikevin hemû qadan û got: “Em bi duruşma ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demorat ve’ meşiyane û emê bimeşin. Cihê ku me lê wenda kiriye emê di qadên 8’ê Adarê de bidest bixin. Bi germahiya buharê di rêya jina azad de em hemû jinan vedixwînin qadên azadiyê.”


Her sal di 8’ê Adarê de li tevahiya cîhanê bi milyonan jin dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Di wan qadan de jin bi deng û rengên xwe carekedinê dibêjin vaye em hene. Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) jî her sal 8’ê Adarê li hemû cihên ku rêxistina wan lê heye derdikevin qadan û tekoşîna xwe berdewam dikin. Îsal jî dê bi gotinên weke “Ji Rosayan heta Sakîneyan rêya we rêya meye” bi çalakiyên xwe li qada bin. Aktîvîsta DOKH’ê û di heman demê de Endama Meclisa KCD’ê Songul Morsumbul da zanîn ku 8’ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê nêz dibe. Songul destnîşan kir ku 8’ê Adarê yek ji rojên di tevahiya cîhanê de jinan ked û bedelên giranbûha dane. Songul derbirî ku tekoşîna wan weke jinên kurd di 8’ê Adara îsal ango 2014’an de dê ji bo tevayî gelên li Tirkiyê dijîn bibe wesîleya bilind kirina tekoşîna wan û zêdetir bi desxistina deskefitiyan.


‘Emê li hember qirkirinên jinan dengê xwe bilind bikin’ 


Songul pêvajoya ku di Newroza sala 2013’an de ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî pêşxistin bibîr xist û wiha got: “Di vê pêvajoya muzakereyan de jinan tekoşîna xwe bilind kirin û deskefitiyên berbiçev bidest xistin. Me xemginiya 8’ê Adara 2013’an vegerand hêviyê. Emê 8’ê Adara 2014’an jî vê hêviyê mezin bikin û vegerînin azadiyê.” Songul diyar kir ku dê 8’ê Adara îsal li hemberî modêrniteya qeputalîst, şidet û qirkirinên li Tirkiye û herêmê li ser jinan tên kirin dengê xwe bilind bikin. Songul bal kişand li ser di pergala hevserokatiyê de rolê jinan û got: “Emê binê duruşma ‘Bi Rêveberiya Cewherî ber bi Nasnameya Azad ve’ dagirin. Em bi duruşma ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokrat ve’ meşiyane û emê bimeşin. Emê bi gavên berbiçav xwe bi rêxistin û sazîbûn bikin. Emê di derbarê em jin li ser vê axê di asta duyem de nîne, em hîmên bingehînin çalakiyan li dar bixin.”


‘Di 8’ê Adarê de emê Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk bimeşin’


Songul da zanîn ku ew dê li Tirkiye û herêmê bi meş, mitîng, panel û çalakiyên xwe bikevin hemû qadan. Songul destnîşan kir ku ew dê ji 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê despêbikin, ber bi 21’ê Adarê Cejna Newrozê, 30’ê Adarê hilbijartinên herêmî û heta 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li gorî xeta xwe ya tekoşînê ya ku diyar kirin bimeşin. Songul bal kişand li ser rêveberiya jinan ya di qadên aborî, civakî û siyasî de û wiha domand: “Di 8’ê Adara îsal de me zêdetir di aliyê jinan de gavên berbiçav avêtine. Di aliyê bi sazîkirin, rêxistin û bi pirsgirêkên wan re mijulbûnê de xebatên me yên hevpar çêbûn. Ez di wê baweriyê deme ku dê ev germahî û rêxistin bibe wesîleya pêşdebirin û bihêz kirina qampanye ya me ya bi duruşma ‘Bi Jinan Azad ber bi Netewa Demokratîk ve. Ji niha ve di qadên xebatê de ew germahî xwe dide nîşandan.”


‘Tenê jinek jî bê rêxistin namîne’  


Songul destnîşan kir ku jinên kurd bi hezaran sal tekoşîn kirine, lê ji ber kêmaniya rêxistinbûnê di gelek aliyan de kêm û lewaz mane. Songul diyar kir ku ew weke DOKH dê xwe bigihînin hemû jinan û tenê jinekê jî bê rêxistin nahêlin. Songul da zanîn ku armanca wan ji qampanye ya ku dane despêkirin ji bo ji nû ve ava kirina jiyana civakî û saziyên jinan zêdetir civakî bibin û zêdetir bibin malê gel.


‘Emê di gundan de dest bi xebatan bikin’


Songul destnîşan kir ku ew dê li hemberî azadiya suxte ya ku moderniteya qeputalîst û pergala dsehilat dar di kesan de dayî ava kirin, tekoşîna hişmendiya zayendi ya azad û demokratîk bidomînin. Songul diyar kir ku dê li gundan komunên jinan ava bikin û peywendiya jinan ya bi xwezayê re bi awayê civaka xwezayî rêxistin bikin. Songul girêdayî rola jinan ya di rêveberiyên herêmî de da zanîn ku berî niha 5 salan wan bi zorê jinek li şaredari yan jî din ava meclisên navendan de bicîh dikirin, lê niha hêjmara jinan di nava rêveberiyan de pir zêde bûne û got: “Em di wê baweriyê denin ku di demê pêşiya me de dê jin bi perwerdeyek xurt li rêxistinê vegerin. Bi hişmendiya zayendiya jinan, li her qadê bi rêveberiyek xurt li gel hemû kêsîmên civakê di nava dayîn û sitandinan debin. Bi armancên avakirina jiyana nû tevbigerin.”


‘Di Dêrsimê de ruhê Sakîneyan, Zîlanan, Zarîfeyan û Bêrîtanan heye’


Songul got: “Di dîroka Kurdistanê de her dem Dêrsim cihê ku herî serhildan lê bilind bûye. Ji ber van sedeman emê îsal starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê li Dêrsimê bidin. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên qirkirinê bi salan li wê dayîn kirin ya herî giring eve. Ji xwe em rêxistinek serhildankarin. Yek ji pêşenga vê tevgera serhildêr jî Sara ye. Sara li wê civakek ava kiriye. Ji bo ruhê Sakîneyan, Zîlanan, Zarîfeyan û Bêrîtanan her dem li wê bê parastin û ev zindîbûn vegere rêxistinbûnekê emê ji niha û pêde hemû sitartên çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê yên salên bê li Dêrsimê bidin.”


 1’ê Adarê jin li Dêrsimên


 Songul ji bo mitînga li Dêrsimê wiha got: “Em bi pêta agirê azadiyek negihiştî, nasnameya jinan, rastiya jinan ya hezarî salan re tên bahev. Di kesayeta heval Sara de xwedîderketina li hemû jinên tekoşer emê di 1’ê Adarê de li Dêrsimê bin.” Songul destnîşan kir ku we weke aktîvîstên jinên feministên li Tirkiyê hemû çalakiyên xwe di rojekê de teng nakin. Songul diyar kir ku ew dê bixebitn ji bo hemû rojan bikin 8’ê Adarê Roja Jinan. Songul da zanîn ku bi vê armancê di her qadê de xebatên xwe birêve dibin û got: “Cihê ku me lê wenda kiriye emê di qadên 8’ê Adarê de bidest bixin. Bi germahiya buharê di rêya jina azad de em hemû jinan vedixwînin qadên azadiyê.”


 (zt)