‘Emê giringiyê bidin projeyên jinan’
14:34
JINHA
STENBOL – Di çarçoveya xebatên HDP’ê yên hilbijartinê de kuh civînek hat li darxistin û di civînê de Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Beyogluyê Seyhan Alma axivî. Seyhan diyar kir ku girêdayî jinan ew projeyan pêş dixin û got:“Ez weke jineke kurd gelek bûme mexdurê newekheviyê. Ji ber ez kurd û girtî bûm ez ji kar hatim derxistin. Weke jinek ya malan û hemû jinên weke xwe bi gelek zoriyan re ru bi ru mam. Emê giringiyê bidin projeyên jinan ji bo me xala despêkê dê ew bin. Emê ji sedî 50 budçeya jinan cuda bikin. Ji bo pirsgirêka jinan ya kreşan emê li çareseriyê bigerin. Emê navendên şêwirmandiyê ava bikin.”
Namzetên Hevşaredarên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ê yên Beyoglu yê Korhan Gumuş û Seyhan Alma duh bi boneya hilbijartinan di civînekê de bi gel re hatin bahev. Di civînê de despêkê Seyhan dest bi axaftinê kir û di despêka axaftina xwe de bi kurdî silav da gel û got: “Di serî de ji ber tevlîbûnê ez we pîroz dikim. Beyoglu bajarek wiha ye çandên cuda di nava xwe de dihewîne. Li vî bajarî çand û dîrokak heye. Ev çand û dîrok hatiye talan kirin. Ji bo ev çand û dîrok wenda nebin min HDP’e hilbijart.”
‘Emê Meydana Taksîmê bikin bîrdariya mirovahiyê’
Seyhan da zanîn ku ji ber nasmaneya xwe ya jinbûnê di bajar de rastî newekheviyê hatiye, ew dê giringiyê bide projeyên jinan û got: “Ez weke jineke kurd gelek bûme mexdurê newekheviyê. Ji ber ez kurd û girtî bûm ez ji kar hatim derxistin. Weke jinek ya malan û hemû jinên weke xwe bi gelek zoriyan re ru bi ru mam. Emê giringiyê bidin projeyên jinan ji bo me xala despêkê dê ew bin. Emê ji sedî 50 budçeya jinan cuda bikin. Ji bo pirsgirêka jinan ya kreşan emê li çareseriyê bigerin. Emê navendên şêwirmandiyê ava bikin.” Namzetê Hevşaredariyê HDP’ê Korhan Gumuş jî destnîşan kir ku dê giringiyê bidin vegara li bajaran û got: “Emê li şuna şirketên ku ji gel rişwetê digirin giringiyê bidin projeya ‘vegera li bajaran’ û xebatên di xizmeta gel de pêş bixin. Emê Meydana Taksîmê bikin hêlînek ya navenda mirovhiyê. Em dibêjin bîranîna kesên ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dane bîrdariya mirovahiyê ye.”
Di civînê de Berendama HDP’ê ya Meclisa Bajarê Mezin ya Stenbolê Songul Oktar, Parlementerê BDP’ê yê berê Ufuk Uras, Berdevkê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz û Erol Katircioglu jî axaftin kirin.
(zt)

