Ji ber pereyan pîra xwe ya 90 salî xeniqand
15:00
JINHA
AMED - Li Amedê Nezrîfe Ergen ya 90 salî ji aliyê neviyê xwe S. T yê 30 salî û hevalê wê yê mêr Z.T ve hat xeniqandin.
Nezrîfe Ergen a 90 salî ya ku li navenda Amedê jiyan dikir di 7’ê sibatê saetên şevê de di mala xwe ya li Yenişehîrê kolana 4’emîn a Ali Emiri mirî hat dîtin. Di encama lêkolînê de hat zanîn ku Nezrîfe bi kefiya serê xwe hatiye xeniqandin. Qatîlên ku dema Nazrîfeya 90 salî xeniqandîn 40 hezar lîre pere û zêrên wê birîn neviya wê û hevalê xwe derketin.
Li gor lêkolîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ve bi qamerayên mabesa hatî kirin de hat zanîn ku qtîlên Nezrîfe Ergen neviya wê Sureya Turhanli û keseke dinê ye.
Di encama lêpirsînê de Sureya Turhanli û hevalê xwe yê mêr Zeynetin Kardaş li Edeneyê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
(zt)
