Li Wanê hevşaredar xebatên xwe didomînin

15:46

JINHA


WAN- Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Navçeya İpekyolu ya Wanê Aygul Bidav û Veysel Keser girêdayî xebatên hilbijartinan li nava taxan civînan li dar dixin. Di civîna gel de Namzeta Hevşaredara İpekyoluyê Aygul Bidav axivî û got: “Tenê tişta ku em bikin em dest bidin hev û di riya rêveberiya cewherî de bimeşin. Hev hilbijartin man û nemana me diyar dike. Her serkeftinek ji bo me dê xweserî û azadiyê bîne.” 


Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Navçeya İpekyolu ya Wanê Aygul Bidav û Veysel Keser girêdayî xebatên hilbijartinan li nava taxan civînan li dar dixin. Hevşaredar Aygul Bidav û Veysel Keser bi roj vekirina buroyan û esnafan ziyaret dikin, bi şev jî di nava taxan de bi gel re tên bahev. Di civînên ku li taxên Cevdet Paşa û Hafiziye yê de çêbûn li gel Aygul û Veysel Hevseroka İpekyolu yê Nesibe Akdag jî amade bû. Di civîna ku li taxa Cevdet Paşa pêkhat de Aygul axivî. Aygul anî ziman ku gelê Wanê di serleftina hilbijartşinên 30’ê Adarê de kilîtbûne û got: “Îro me dît ku her malek bûye buroyek ya hilbijartinan. Ev vîn û bawerî dê me bibe serkeftinê. Heger em bi vê vîn û baweriyê bixebitin dê serkeftin ya me be. Hun tev ji me zêdetir siyaset û pêvajoyê di şopînin.  Tenê tişta ku em bikin em dest bidin hev û di riya rêveberiya cewherî de bimeşin. Hev hilbijartin man û nemana me diyar dike. Her serkeftinek ji bo xweserî û azadiyê dêbîne.” 


 ‘Hişmendiya AKP’ê ya şaredariyan îflas kiriye’


Veysel jî da zanîn ku hişmendiya şaredariyên AKP’ê ya rant û talankirinêye û bi van nêzîkatiyên xwe îflas kiriye û got: “Îro kurd teşe didin siyaseta Rojhelatanavîn û cîhanê. Ji bo vê jî Rojava mînaka herî berbi çave. Gelê kurd li hember zilmê tucarî serî neçemandine û naçemînin. Armanca me girtina hemû şaredariyên Kurdistanêne. Armanca me ewe ku vê carê ji 98 şaredariyan em bikin 200 şaredarî.”


‘Roj roja li hember zaliman berxwedanêye’


Di dawiyê de jî Mela Mehmed Cemal Demir destnîşan kir ku Xuda hemû civak qebîle qebîle dane û got: “Xuda ji bo her civakekê zimanek daye. Lê hêzên deshilatdar hêj pergala yek dewlet, milet û ziman diparêzin. Ez ji wan di pirsim ew zimanê xuda daye hun çawan ji gelê kurd digirin. Emê li hember van minafiqan bibin yek. Emê bibin yek wicud ku wan ji ser vê axê derxînin. Roj roja yekbûnê ye. Roj roja li hemberî zaliman berxwedanêye.


(zt)