Jinên Nisêbînê amadekariyên 8’ê Adarê dikin
16:14
JINHA
MÊRDÎN – Jinên Nisêbînê gitêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin bahev. Jinan diyar kirin ku dê hefteya 8’ê Adarê li navenda Nisêbînê bajarok û gundan li her derê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Jinên Nisêbînê bi boneya bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li salona civînan ya Şaredariya Nisêbînê hatin bahev. Di civînê de Desteya Jinên Şaredariya Nisêbînê, têkela DOKH û KESK’ê amade bûn. Di civînê de Jinan dan zanîn ku dê bi durişma“Bi Jina Azad Emê Netewa Demokratîk ava bikin” çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê amade bikin. Jinan destnîşan kirin ku dê di hefteya 8’ê Adarê de li navenda Nisêbînê hemû bajarok û gundên wê bi çalakiyên xwe yên cihêreng li qadan bin. Jinan diyar kirin ku dê starta çalakiyên xwe di rajên pêş de bidin.
(zt)

