Banga jinên ciwan ya ji bo 8’ê Adarê

17:15

JINHA


STENBOL – Jinên ciwan yên dibistana Amadeyî bang li hemû jinên ciwan kirin ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhaê dakevin qadan. Dê jinên ciwan yên dibistana Amadeyî ji bo bernameya xwe ya 8’ê Adarê di 21’ê mehê de bên bahev.


Li ser maseyê ku ji aliyê jinên ciwan yên dibistana Amadeyî ku di Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan de cih digirin bang li hemû jinên ciwan kirin tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û dakevin qadan. Girêdayî mijarê jinên ciwan yên dibistana Amadeyî di sîteya web ya ku ayîdê Platforma Rawestandina Cînayetên Jinane daxwiyaniyek nivîskî û vidoyek weşandin. Jinên Ciwan di daxwiyaniya xwe de gotin: “Li Tirkiyê qirkirinên jinan berdewam dikin û her ku diçe hejmara jinên temenê wan biçuk tên qetilkirin zêdedibin. Mînaka vê ya herî berbi çav jî di meha çile ya 2014’an de ji 27 jinên hatin qetilkirin 7 jê temenê wan dibin 20 saliyêde bûn. AKP bi polîtîkayên xwe yên dijminî kirina jinan li her derê mafê me ji destê me digirin.”


‘Emê li hember polîtîkayên dijminahiya jinan dikin têbikoşin’


Jinên ciwan bal kişandin li ser polîtîkayên dijminiya jinan dikin û gotin: “Hevala me qeder ya 13 salî bûye dayîka 2 zarokan û di 14 saliya xwe de hatî qetilkirin. Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Ayşenur İslam li şuna ku li Qederê xwedî derkeve gotinên ‘Bêguhen’ bikar anî. AKP bi pergala perwerdeya 4+4+4 û polîtîkayên dijminiya jinan ji dibistana serdetayî heta Amadeyî berdewame. Di dibistanên Amedeyî de jî bi têgihên ‘kızlı-erkekli’ tên berdewam kirin. Bi pergala perwerdeya 4+4+4 her ku diçe rêjeya xwendekarên keç kêm dibe û temenê zewacê jî daxistine di Amadeyî de êdî dizewicin.”


Di dawiya daxwiyaniyê de jinên ciwan girêdayî bernameya xwe ya 8’ê Adarê dê civînekê li dar bixin.


(zt)