Beriya 8’ê Adarê eleqeya ji bo kincên kurdî

08:51

Mizgin Tabu/JINHA


JINHA


ŞİRNEX – Jinên Şirnexê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re ji bo amade kirina kincên kurdî qumaşên renga reng digirin û ber bi dukanên terziyan ve diherikin. Ji ber ji 7 heta 70’ê salî her jin dixwazin kincên wan yê kurdî bigihin 8’ê Adarê terzîcî bi şev û roj dixebitin. Li terzîxaneyan taybetî madeyên weke Şirnexî, Jîrganî û Batyanî kiras û sermli tên dirun. Niha amadekariya 8’ê Adarê dikin.  


Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê eleqeya li hember kincên kurdî zêde bûn. Jin rengareng qumaş di hilbijêrin û ber bi dukanên terziyan ve diherikin. Ji bo gihiştina wan terzîcî bi şev û roj dixebitin. Sanye Erdem ya ku ev 3 salin li Şirnexê kincên kurdî didiru diyar kir ku bi nêzbûna 8’ê Adarê re eleqeya li hember kincên kurdî zêdebûn û pêre siparişên wan jî pir bûn. Sanye da zanîn ku ji ber nêzbûna 8’ê Adarê ew şev û roj dixebitin û got: “8’ê Adarê roja jinan û dayîkane. 8’ê Adarê roja azadiya me jinane û ji bo azadiya me rojek sembole.”


‘Şerê heyî herî zêde jin birîndar kirine’


Saniye destnîşan kir ku berê mêran roja 8’ê Adarê ne dipejirandin lê bi tekoşîna jinan neçar man ku bipejirînin û got: “Mêr êdî tên roja me pîroz dikin. Emê ji bo roja 8’ê Adarê kincên herî xweşik li xwe bikin û dakevin qadan. Emê li qadan sitiranan bêjin û govendê bigerînin.” Saniye derbirî ku di hemû çalakî û meşan de jinên kurd di pêşdenin û got: “Herdem jinên kurd aştiyê dixwazin. Ji ber jinên kurd ji ser axa xwe hatine koçber kirin. Li hemberî tundiya dewletê mexdur mane. Piraniyan zarokên xwe wenda kirin û hinek jî zarokên wan di girtîgehan denin. Vî şerî herî zêde em jin birîndar kirin. Ji ber wê herî zêde jin aştiyê dixwazin û bi dil û can ji bo aştiyê dixebitin. 8’ê Adarê divê tu jin di malan de nemînin. Divê roja jinan hemû jinên kurd û cîhanê li qadan bin. Divê em li roja xwe xwedî derkevin. Ez ji niha de roja hemû jinan pîroz dikim.”


‘Min ji 7 heta 70 saliyan spariş girt’


Meryem İrmez ya ku ev 20 salin li Şirnexê terzîvaniyê dike diyar kir ku eleqeya li hember kincên kurdî pire û wê gelek spariş girtiye. Meryem da zanîn ku 5 salan wê bi derziyê kincên kurdî di mal de didiru û got: “Ev 15 sale dukana min ya terziyê heye. Ez hemû modeyên di herêmê de tên dîtin çêdikim. Ez tenê li vê derê kincên kurdî didirum. Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê demek kêm maye. Ji niha de jinan sparişa madeyên weke Şirnexî, Jîrganî û Batyanî ya kiras û sermilan dane. Em çiqas giringiyê didin dawet û rojên xwe yên pîroz Roja Jinan jî ewqas ji bo me giringe. Ji zarokek 2  salî bigire heta ciwanek 24 salî û heta jinên 74 salî  min siparişa kincên kurdî girtiye. Ji Silopiyan jî jin tên li vê derê spariş didin. Zêdetir di aliyê kincên kurdi yên herêma Şirnex de sipariş didin.”


(zt)