Di roja zimanê dayîkê de kurd suryanî û ermanî bihevrenin

11:07

JINHA


AMED – Bi boneya Roja Zminanê Dayîkê yê Cîhanê ji aliyê KURDÎ-DER û Egitim Senê ve resepsyonek hat amade kirin. Di resepsiyonê de rêveberên kurd, ermenî û suryanî hatin gelhev û bal kişandin li ser giringiya zimanê dayîkê.


Bi boneya Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê ji aliyê KURDÎ-DER û Egitim Senê ve li Salona Resepsyonê ya Sumer Parqê bernameya zimanê dayîkê hat nîşandan. Di resepsiyonê de Parlementerê Wanê Ozdal Uçer, Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, Namzetên Hevşaredarên Pasurê Fatma Arşimet û Mehmed Ali Aydin, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Wexfa Mezopotamya, rêveberê Dêra Dayîka Meryem ya Amedê Mehmed Guvener, rêveberê civaka suryaniyan Yusuf Akbulut, rêveberê cemaeta ermeniyan Gaffur Aktaş û hêjmarek mezin rêveberên rêxistinên civaka sivîl tevlîbûn. Di resepsiyonê de axaftina despêkê ji aliyê Serokê KURDÎ –DER’ê  Sebahatin Gultekin ve hat kirin. Sebahatin bali kişand li ser xwe bixwebişaftinê û got: “Du awayê bişaftinê hene ya yekem ji aliyê hêzên deshilat û mêtînger ve bi zorê tê kirin. Dema ku bi zorê civakan ji çand û zimanê wan dur dixin, êdî ji aliyê wê civakê bi xwe ve jî zimanê wan bê bandor dimîne. Piştî vê asta tunebûnê êdî awayê duyem despêdike, kes bi xwe xwe bişaftinê despê dike êdî ev dibe xwe bi xwe bişaftin. Ji xwe ya herî xeternak û divê li ser bê rawestandin jî eve. Tenê rêya çareseriyê divê li her derê em bi zimanê xwe bipeyîvin.”


‘Ez bi zimanê xwe serbilindim’


Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Gurbet Eryikmaz jî diyar kir ku heta niha sedema hebûn û parastina zimanê dayîkê dayîkin û got: “Heta niha ji derveyî kurdî min tu zimanên dinê nexebitandiye. Di dibistanê de mamostayê min û li nexweşxanê jî bijîşkan ji minre gotin ‘tu çima bi tirkî napeyivê’min got ji ber ez bi zimanê xwe şanazim. Ez li vê derê bang li hemû dayîkan dikim ku zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.”


‘Dibistan hêlîna herî mezin ya bişaftinêye’


Endamê Egitim- Senê Mehmed Atlihan weke yek ji hevparê mamostayên bişaftinê lêborîna xwe xwest. Mehmed da zanîn ku asteng kirina zimanê dayîkê sucê mirovahiyê ye û wiha got: “Ev bişaftin bi riya dibistanan tê kirin. Em weke mamosta me jî hefkariya vê bişaftinê kiriye ji ber wê jî em ji gelê xwe lêborînê dixwazin. Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî destnîşan kir ku divê hemû ziman bên parastin û wiha domand: “Her kes tenê zimanê xwe biparêze dê ev tekoşîn bigihe armanca xwe. Armanc ji bo parastin û pêşdebirina hemû ziman û çandan tekoşîn kirine. Her çand rengeke, her ziman jî guleke û hemû ziman û çand gulistanek rengîne.”


‘Min zimanê xwe yê dayîkê bi xêra hevalên li girtîgehan parast’


Di resrpsiyonê de rêvebarên ermenî û suryani yan jî bi zimanê xwe axaftin kirin. Rêveberên ermenî û suryaniyan jî diyar kirin ku li Tirkiyê divê mafê her kesê hebe ku bi zimanê xwe perwerde bibînin û ji bo di cîhanê de her kes bikarin zimanê xwe bidin jiyan kirin navendên ji bo axaftina wan zimanan bên amade kirin. Paşê jî Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli jî got: “Ez silavên xwe ji bo hevalên li girtîgehan dişînim. Di nava 3 salên ku ez di girtîgehê de mam, li wê girêdayî zimanê dayîkê perwerde dihat dayîn min bi wî awayî zimanê xwe yê dayîkê parast. Em di dadgehan de li zimanê xwe xwedî derketin. Di dadgehan de ji mere di gotin ‘tirkî bi axivin emê ew sebest berdin’ lê me ji zimanê xwe yê dayîkê tawîz neda.”Firat di dawiyê de da zanîn ku piştî hilbijartinên 30’ê Adarê dê di hemû navendên jiyanê de kurdî bikin zimanê fermî.


Piştî axaftinan resepsiyon bi dawî bû.


(zt)