Li hemberî hişmendiya yek zimaniyê dibistanên kurdî vedibin
12:10
Nurcan YALÇIN/JINHA
AMED- Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê… Di vê rojê de ciwanên kurd damgaya xwe li demê xistin û îmza avêtîn binê xalek giring. Li gundê Kerwas yê Navçeya Lîcê ya Amedê ciwanan hemû derfetên xwe xistin dewrê û ji bo ava kirina dibistana kurdî dixebin. Armanca ciwanan ewe ku hemû jin, zarok û ciwan zimanê xwe bizanin. Her wiha ciwanan xwestin li gel dibistana kurdî jî navendên çalakiyên civakî jî ava bikin û gotin: “Em hêvîdarin ku ev bibe mînakek û di hemû gundan de projeyên wiha bên despêkirin.”
Ji dema Komarê heta niha “yek ziman, yek netew û yek al” ji devê deshilatan û dewletê kêm nebûne. Li hemberî vê helwesta wan kurd jî perwerdeya xwe ya alternatîf ava dikin. Di vê rojê de ciwanên kurd damgaya xwe li demê xistin û îmza avêtîn binê xalek giring. Li gundê Kerwas yê Navçeya Lîcê ya Amedê ciwanan hemû derfetên xwe xistin dewrê û ji bo ava kirina dibistana kurdî dixebin. Ciwanên Lîcê ji gundiyan komunal butçe kom kirin û bi wê biniyata dibistanê danîn. Ciwanên Lîcê ji karkeriya li ser dibistanê heta dayîna waneyan dê bi xwe bikin. Ciwanan bi hev re dest bi avakirina dibistanê kirine û dixwazin bigihînin serkeftinê. Armanca ciwanan ewe ku hemû jin, zarok û ciwan zimanê xwe bizanin. Mehmed Tanriverdi yê ku dê di dibistana kurdî de perwerdê bide da zanîn ku projeya wan ya ji bo dibistanê dê ji bo hemû gundên li herêmê be û ew dixwazin armanca xwe ya perwerdeya alternaltîf bi vî awayî bi welatiyan bidin nasîn.
‘Em dibistana xwe bi butçeya komunal ava dikin’
Mehmed destnîşan kir ku wan komusyonek ava kirine ji bo komkirina pereyê ji komuna gundiyan digirin boyî ava kirina dibistanê û wiha got: “Me projeya xwe ya ava kirina dibistanê bi gundiyan re parve kir. Hemû gundî bi vê fikirê şanaz bûn. Lê pereyê me nebû. Ji ber vê me serî li hilberîna alternaltîf da. Li ser avahiyê xebitî û wane dayîn ciwanan girtin li ser milê xwe. Weke dinê di aliyê aborî de jî me dest bi butçeya ji komuna gundiyan pere girtinê kir. Emê di dibistana xwe de waneyên bi du zaravayên kurdî kurmancî û kurmançkî bidin. Em li gel komusiyona ku me ji ba ava kirina dibistanê ava kiriye em dibistanê ava dikin. Ev proje xebatên me yên ji bo hemû kesê di gund de dixwazin hînî zimanê dayîka xwe bibin dide nîşan dan. Dema ku merov bixwazin tiştek ku nikarin bikin nîne. Em hêvîdarin ku ev bibe mînakek û di hemû gundan de projeyên wiha bên despêkirin.”
Li hemberî hişmendiya yek zimaniyê perwerdeya alternaltîf
Welatiyê bi navê Cemal Taşkaya jî diyar kir ku avahiya dibistana wan ji 4 qatan pêktê û got: “Di her qatek yê dibistana me de dê waneyên kurdî yên cuda bên dayîn. Li qatekê waneyên kurmançkî bên dayîn di qata dinê de jî dê waneyên kurmancî bên dayîn. Di qatên dinê de jî dê malên gel bên çêkirin. Li qata dinê jî ji bo mamostayên ji derve bên dê bibin weke mêhvanxaneyan. Emê li gel dibistanê bi gel re jî bên bahev û di aliyê cuda de danusitandina ramanî bikin. Biryarên ku bêne girtin dê bi navê hemû gundiyan bên girtin. Emê li ser mijarên weke em li vê derê zêdetir dikarin çî bikin. Ji bo hêj zêdetir pêşde birina gundê xwe emê ramanan pêş bixin. Li ser pirsên weke ji bo gund em zêdetir dikarin çî bikin? Pêş bixin.”
‘Emê li himber nalkotîkê jî şer bikin’
Cemal da zanîn ku ciwanên herêmê madeyên nerkotîkê dixebitînin û go: “ Emê tenê dibistanê weke cihê perwerdê nêz nebin. Emê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Li vê derê avakirina dibistanek kurdî şertbû. Ji ber her ku diçe ciwan ji çanda xwe dur dibin û girêdayî madeyan dibin. Ji bo em wan ji wê rewşê rizgar bikin, emê dibiniya dibistanê de dest bi xebatên cidî bikin. Di sala bê de emê avahiya dibistana xwe biqedînin û ji bo vebûna wê amadekariyek baş bikin.”
(zt)

