Bi boneya 8’ê Adarê voleybol a jinan despê dike

13:33

JINHA


AMED – Li Amdê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê turnovaya Voleybola jinan despêdike. Di Voleybolê de dê 16 taxim û bi giştî 140 jin tevlî bibin. Di turnuvayê de dê ji bo 3 taximên despêkê xelat bên dayîn. Dê turunova di 6’ê Adarê de bidawî bibe.


Di nava çalakiyên  8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Voleybol jî despê dike. Turnova dê ji aliyê Şaxa Werzîşê ya Midûriyeta Dawîreya Xizmetên Civaki ya Bajarê Mezin yê Amedê ve bê amade kirin. Dê sitarta turnovayê di 26’ê Sibatê de bê dayîn. Dê 16 taxim û bigiştî 140 jin beşdar bibin. Pêşbazî dê di Salona Werzîşê ya Şaredariya Baglarê ya Amedê de bê kirin. Ji hemû taximên ku beşdarî turnovayê bibin dê ji bo 3 taximên di asta pêş de xdelat bê dayîn. Di 6’ê Adarê de dê turnova bidawî bibe.


Li hemberî werzîşa zayendparêzane hişmendiya werzîşa wekehev


Midurê Şaxa Werzîşê ya Bajarê Mezin yê Amedê Abdulvahap Saçaklidir diyar kir ku ew li hemberî hişmendiya zayendparêz ya Werzîşê îsal ji bo zayenda duyemîn “Voleybola Can û Ciger” ava kirine. Abdulvahap da zanîn ku armanca wan ewe ku ji hemû saziyên nava bajêr jin beşdar bibin û di nava jinan de danusitandinek zêdetir çêbibin û got: “Çalakiyên bivî awayî dê zêde bibin. Armanca me ewe ku jin di nava jiyna civakî de zêdetir rol bigirin. Emê hewil bidin ku derfetên ji bo werzîşa bi tendurst ava bikin.”


Dê taximên voleybolê yên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Şaredariya Pirsusê, Şaredariya Baglarê, Serokatiya Dawîreya Xizmetên Civaki ya Bajarê Mezin yê Amedê, SES, Jinên Amedê, DİKASUM, Tigris, Perwerdeya Pîşeyî ya Bajarê Mezin yê Amedê, Sarmaşik, Dibistana Amadeyî ya Teknîkê ya Keçan, Dibistana Amadeyi ya Muazzez Sumer ê ya Keçan, Egitim – Sen, DİSKİ û Taxima Jinên Ciwan ya Ceylan Onkol ya Lîcê bilîzin.


(zt)