Ji Aysel Tugluk banga vegera gundan

15:49

 


JINHA


AMED- Di daxwiyaniya Platforma Avakirina Demokratîk û Vegera Axa Qedîm de Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk bang li hemû weletiyên ku neçar mane dest ji gund, ax, bax û bîstanên xwe berdane kir ku vegerin li ser cih û warên xwe. Aysel diyar kir ku divê gava yekê ya hikimetê astengiyên ji bo vegara gundan rake û got: “Divê hikûmet berpirsyariyên xwe bîne cîh. Despêkê bila pergala cerdevaniyê ya gundan bide rakirin.” 


Ji aliyê Platforma Avakirina Demoktasiyê û Vegara Axa Qedîm li ber avahiya Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) girêdayî vegera gundan daxwiyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxwiyaniyê de Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, İHD, Baroya Amedê, Odeya Tabîban, platforma Tenduristiyê, TMMOB, Rêveberên Herêmî, BDP, saziyên jinan, rêxistinên ciwanan, Meclisa Dayîkên Aştiyê, DTSO,GABB, Karkerên Perwerdê, MET-DER û GOÇ-DER û bi hêjmarek mezin sazî û dezga tevlî bûn. Li ser navê Paltforma Avakirina Demoktasiyê û Vegara  Axa Qedîm Fatma Esmer axivî û diyar kir ku yek ji erdnîgariyên ku herî zêde koçberiya bi darê zorê lê hatiye jiyankirin ev erdnîgariye.  Fatma da zanîn ku polîtîkayên koçberiyê  yên li hemberî kurdan herî zêde di salên 1990’de  hatine bi karanîn.


‘Xwestin bi van polîtîkayên hovane kurdan bên bişaftin’


Fatma bal kişand li ser palîtîkayên bi darê zorê koçberkirinê yên di salên 1990’an de û got: “Ev polîtîkaya hilweşandinê ne tenê ji bo gelê kurd herwiha li ser gelên êzidî, elewî, suryanî û hemû netewên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn pêkanîne. Armanca wan bi van polîtîkayên hovane bişaftina gelê kurd û ev erdnîgariye bê mirov hiştine. Bi polîtîkayên  xwe yên neoliberal li gorî xwe hinek karên biçuk dayîn û mirv kole kirine.”


‘Me Platforma avakirina Demokratîk çêkir’  


Fatma girêdayî pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin axivî û got: “Yek ji mijarên sereke yên pêvajoya çareseriyê mirovên ku bi zorê ji cîh û warên xwe hatîn koçber kirin vegerandine. Girêdayî biryarên di Konferansa me de hatîn girtin yên weke ‘Platforma Avakirina Demokrasiyê û Vegera li Axa Qedîm’ emê bi raya giştî re parve bikin.”


Banga ji bo vegera gundan


Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn bi zorê gel ji cih û warên wan koçber kirine. Aysel derbirî ku ji despêka salên 1980’an heta dawiya salên 1990’an bi hezaran gund hatin valekirin û got: “Bi hezaran gund, bax û bîstan hatin hilweşandin. Ekolojî hate ser û bin kirin. Heta niha dewletê polîtîkaya xwe bi vî awayî domandiye. Bi van operasonên xwe armanc kirine ku kurdan tune bikin. Em bang li her kesên ku bi zorê ji ser axa xwe koç kirine dikin bila careke dinê vegerin.”


‘Divê pergala cerdevaniyê bê rakirin’


Aysel diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê divê hikûmet di gava despêkê de astengiyên li pêşiya vegera gundan rake û got: “Divê hikûmet berpirsyariyên xwe bîne cîh. Di despêkê de li gundan pergala cerdevaniyê bide rakirin.”


Di dawiyê de  Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli jî da zanîn ku divê careke dinê derî li Mezopotamya ya xwediyê taybetiyek ya pir çandiyî û pir nasnameyane  bê vekirin û got: “Emê piştî hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê van binin cih. Emê bi hêza xwe ya cewherî gundên xwe ava bikin. Tenê ne gelê kurd em dixwazin vegerek ya hemû çand û nasnameyên li ser vê axê çêbibe.”


(zt)