Li Wanê girseya gel ji bo zimanê xwe meşiyan
17:11
JINHA
WAN – Bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li Wanê bi beşdariya hezaran kesî meşek hat li darxistin. Di dawiya meşê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Wanê Okkeş Kava axivî û got: “Ji bo em kurd ji polîtîkaya bişaftinê rizgar bibin divê em bi israr li hemû saziyan bi kurdî baxavin. Ji bo perwerdeya zimanê dayîkê ji divê şert û merc bên amade kirin.”
Di bin pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER a Wanê de bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ji Parqa Ehmedê Xanê heta Kolana Sanayiyê meşek hat li darxistin. Di meşê de Rêveberên BDP’ê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokrat, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nezmî Gur, Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban, xwendekar û mamostayên Perwerdeya Mala Piştevaniyê, Hevserokên HDP’ê û girseya gel meşiyan. Di meşê de panqartên weke “Ez kurdim perwerdehiya bi kurdî dixwazim”, “Zimanê me rumeta meye” û “Bê ziman jiyan nabe” her wiha dovîzên weke “Ziman hebûna gelane”, “Azadiya Serokatî azadiya zimane”, “Ziman azadiye”, “Jiyan bi kurdî xweşe”, “Kurd kurdî Kurdistan” û “Dar ser koka xwe mirov ser zimanê xwe şîn dibe” hatin hildan. Di meşê de durşmên weke “Bê ziman jiyan nabe”, “Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin” û “Azadiya Rêbertî azadiya zimane” di hatin bilind kirin.
‘Tu gel bê ziman nikarin çanda xwe berdewan bikin’
Piştî deqeyek rêzgirtinê Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Wanê Okkeş Kava axivî û got: “Tu gel bê ziman nikarin çanda xwe berdewam bikin. Ji ber van sedeman dema ku deshilat û mêtîngar dixwazin civakekê tune bikin despêkê êrîşî çand û zimanê wan dikin. Di vê mijarê de li Rojhelatanavîn herî zêde gelê kurd ji vê yekê ziyan dîtin. Li her çar aliyên Kurdistanê zimanê kurdî hatiye qedexe kirin.”
‘Divê kurd di hemû saziyên xwe de bi kurdî xeber bidin’
Okkeş bal kişand li ser tekoşîna gelê kurd û got: “Di tekoşîna 40 salan de gelê kurd ji bo zimanê xwe xebatên pir mezin kirine. Tevahiya cîhanê ji vê tekoşîna gelê kurd hayedarin. Ziman û çanda li ber tunebûnê ji xweliya xwe careke dinê şîn bû.” Okkeş anî ziman ku polîtîkaya AKP’ê ya xapandinê û wiha domand: “Ji bo kurdan nêzîkatiyên wan yên weke TRT 6, di zanîngehan de waneyên alîkar dayînê çêbûn.” Okkeş diyar kir ku bişaftina li ser gelê kurd bi hemû hêza xwe di dome û got: “Ji bo em kurd ji polîtîkaya bişaftinê rizgar bibin divê em bi israr li hemû saziyan bi kurdî baxivin. Ji bo perwerdeya zimanê dayîkê ji divê şert û merc bên amade kirin.”
(zt)

