Piştî 53 salan li Silopiya yê nemzetek hevşaredariyê ya jin
10:30
Mizgin TABU/JINHA
JINHA
ŞİRNEX – Ji sala 1961’an û pêde cara yekê li Silopiya yê jinek dibe namzet. Namzeta Hevşaredariya BDP’ê a Navçeya Silopiya yê a Şirnexê Emîne Esmer diyar kir ku wan îmza avêtiye binê gelek pirojeyên giring û got: “Di xebatên 40 salan ya tekoşîna me de careke dinê jinan hebûna xwe dan pejirandin. Dema ku dibêjin Botan serhildana ku Bêrîvanan dayî despêkirin tê hişê mirovan. Di xebatên me de dê jin bi deng, reng û vîna xwe cîh bigirin. Di projeyên me de dê nêrîn û biryarên jinan giring bin.”
Namzata Hevşaredara BDP’ê a Navçeya Silopiya yê a Şirnexê Emîne Esmer di sala 1980’an de çavên xwe li dunyayê vekiriye. Di salên pir giran yên şerê li Botanê de jiyan kiriye. .. Emîne got: “Ji zarokatiya xwe heta niha ez tegera gelê kurd nasdikim.” Emîne di temenê xwe yê zarokatiyê de polîtîkaya înkar, îskencekar, qirkirin û bişaftnê naskiriye. Di sala 1995’an de Emîne hat girtin û 10 salan li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ma. Dema ku ji girtîgehê derket 9 salan di nava xebatên jinan de cîh girt. Emîne da zanîn ku wê 3 salan li Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîsyê ya Êlihê xebat kiriye û got: “Ez jinek Botanî û Cizîrîme. Ji dema zarokatiya xwe heta niha min tevgera gelê kurd nas kiriye. Dema ku min tevger nas kiriye di heman demê de di nav de cih jî girtiye.”
Piştî sala 1961’an yekem namzeta jin
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Silopiya a Şirnexê Emîne Esmer piştî sala 1961’an yekem namzeta jina hatiye nîşandan li Silopiya yê. Emîne destnîşan kir ku ev du doneme Şaredariya Silopiyan di destê BDP’ê deye û wiha domand: “Hetan niha şaredariya Silopiya ji aliyê mêran ve hatiye rêvebirin. Ez hêvîdarim ku dê bi destê jinan bandorên erênî bên dîtin. Dema ku ji derve li Silopiya tê nêrîn weke bajarek yê jinan tê dîtin. Ji ber li vêrderê jin bi bandorin. Dema ku dibêjin Botan serhildan û Bêrîvan tê hişê mirovan. Erdnîgariya Botanê xwe bi serhildanan daye nasîn. Di dîroka tekoşîna me de jinên Botanê êşên mezin kişandine.”
‘Dê projeyên me bi vîn û biryara jinan bikevin meryetê’
Emîne bal kişand li ser rola jinan ya di Silopiyan de û wiha dewamî da axaftina xwe: “Weke Şaredariya Silopiya yê dê xebat û projeyên me yên giring çêbibin. Di van proje û xebatan de dê reng, hest, vîn û biryarên jinan bi bandorbin. Di hemû biryarên me de dê nêrîn û pêşniyarên jinan cihê herî giring bigirin. Divê em akadamî û kooperatîfên jinan ava bikin. Di aliyê tendûristiya jinan de dê projeyên me çêbibin, bê guman dê bi pêşiniyar û biryarên jinan bê pêşxistin. Heger ji min bê pirsîn ji aliyê jinekê ve rêvebirina Silopiya yê dê pir baş bibe. Emê weke jinek bi awayê demokratîk û ekolojîk xizmet bikin û Şaredariya Silopiya yê bi rêve bibin.”
‘Me ji nû ve hebûne jinan afirand’
Emîne diyar kir ku berê li gorî koteya dihat diyar kirin xebat dihat kirin, lê niha êdî pêdivî bi kotayê nemaye. Emîne da zanîn ku li gorî pergala hevserokatiyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî pêşxistin jin û mêr bi hev re cih digirin. Emîne pergala hevserokatiyê di aliyê wekheviya jin û mêran de giring dît û got: “Pergala hevserokatiyê ji bo me perspektîfeke. Gelê Botanê bi naskirina tevgera gelê kurd re gelek aliyên xwe yên kevneperest şikandin. Tevgera jinên kurd li her derê xwe bi rêxistin kiriye û baweriyek daye gel. Me bi tevgera xwe ya 40 salan re hebûna jinan ji nû ve ava kir. Guherîna pergala deshilatiya mêran hêsan nîne. Guherîneke ku bi demê re bê kirine. Dîsan em weke tevger emê di vê guherînê de jî bi ser bikevin.” Emîne destnîşan kir ku ew daxwiyannameya ku ji aliyê Mecilisa Jinên BDP’ê ve bi raya giştî re hatî parve kirin bingeh digirin û dê di wê çarçoveyê de xebatan bimeşînin.
‘Emê merkezên jinan vekin’
Emîne diyar kir ku ew bi tacîz, tecawîza jinan, di temenê biçuk de zewicandin, next girtin û pir jiniyê re ru bi ru ne û wiha berdewam kir: “Tevgera jinan di heman demê de tevgerel ua destgirtina civakêye. Navenda Şêwirmendiya Viyan a Jinan ya me heye ku bi pirsgirêkên jinan re mijul dibe. Divê em van navendên jinan zêde bikin. Emê ji bo jinan komele, sazî, kooperatîf û navendên cuda yên girêdayî jinan vekin. Di xebnatên xwe de emê guherîna hişmendiyê binge bigirin. Ji ber em tevgerek di nava kirina şoreşa zêhnîdenin. Tenê bi serkeftina vê riyê em dikarin pirsgirêkên jin û mêran çareser bikin. Di vê wateyê de emê dest bi kar û xebatên xwe bikin û di asta herî jor de tekoşînê bilind bikin.”
‘Dê paradîgmeya me xwe bi xwe rêve bibe’
Emîne di dawiyê de da zanîn ku dê li Silopiya yê şaredariyek ya di xizmeta gel de û jin têde xwediyê mafê gotinê be ava bikin û got: “Ji bo Silopiya yek rengîn emê şaredariyek wiha ava bikin ku her kes xwe têde îfade bikin. Di nava xebatên me de dê terzê rêvebirina pergalê û burokrasî qet nebe û neyê dîtin. Em çiqas ji pergala kapytalîzmê dur bikevin emê ewqas bibin şaredariya gel. Di nava tevgera me de cihê deshilst û mêtîngeran nîne. Weke ku tê zanîn şîara me ya hilbijartinan ‘Bi Rêveberiya Xwesar ber bi Nasnameya Azad ve.’ Paradîgmaya me jî di nava herêmê de xwe bi xwe rêvebirine. Dê rêveberî bêyî gel biriyaran negirin. Di girtina her biryarê de dê rêveberî bi sazî û dezgayên civakî re bên bahev û bi hev re biryaran bigirin. Tenê bi vî awayî dikare rêveberiyek demoratîk bê kirin. Ji xwe rêveberiya ku me armanc kiriye jî eve.”
(zt)

