Jinên Agriyê bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kirin
11:30
JINHA
AGIRÎ – Dîroka çalakiyên 8’ê Adarê ya li Agirî û navçeyên wê bên kirin diyar bû. Jinên navçe û navenda BDP’ê a Agiriyê hatin bahev û bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê diyar kirin. Starta çalakiyên wan dê di 2’ê Adarê de di mitînga mezin ya Agiriyê de bê dayîn.
Piştî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê yên li Tirkiye û herêmê diyar kirin. Niha jî di nava navendên herêmê de, navend û navçe bernameyên xwe yên 8’ê Adarê diyar dikin. Li Agiriyê têkela DOKH, Meclisa Jinên BDP’ê û saziyên jinan girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê bernameya çalakiyên xwe bi civînekê diyar kirin. Di civîna ji aliyê meclisên jinên BDP’ê yên navend û naçeyên Agiriyê de biryara çalakiyên ku dê di 8’ê Adarê de bên kirin hat girtin. Çalakiyên wan dê di mitînga mezin ya ku di 2’ê Adarê de li Agiriyê bê kirin de despê bike. Di nava çalakiyan de konsr, meş û sînevizyon jî cih digirin.
2’ê Adarê mitînga Agiriyê û bernameya çalakiyên li navend û navçeyên wê wihane:
2’ê Adarê Agirî (mitîng), Cih: Meydan (navend), Saet: 13.00 Hunermend Rojda, Devrim Demir
4’ê Adarê Giyadînê (meşa bi ernaneyan), Cih: Yas evi (Saet: 13.30)
6’ê Adarê Patnos (meş, şano, sînevizyon û helbest xwendin), Cihê meşê : Kolana Cumhuryetê (saet: 13.00)
Chê nîşandanê: Navenda Çandê ya Patnosê (saet: 14.30)
7’ê Adarê Zêdikan, Cih: li ber derê avahiya BDP’ê (saet: 12.30)
Axaftivan: Mukades Kubilay, Şerîfe Gunhan, Xwzal Aras
8’ê Adarê Bazîd (meşa bi deholan), Cîh: Li ber derê Şaredariyê, (Saet: 11.00)
Axaftvan: Seroka Şaredariya Bazidê Canan Korkmaz, Hevseroka BDP’ê Delal Tekdemir
Konser: Devrim Demir
(zt)

