‘Emê bi rengê jinan ber bi buharbûn û azadbûnê ve bimeşin’
12:38
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê dibin pêşengiya DOKH’ê de li herêmê amadekariyên bernameyên çalakiyan tên kirin. Bi vê aramcê bang li hemû jinan tên kirin ku di nava bername û çalakiyên 8’ê Adarê de cîh bigirin.
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya ku bi giranî xebatên xwe di herêmê de dimeşîne îsal jî bi bernameyek dewlemend ya 8’ê Adarê dê derkeve qadan. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê dibin pêşengiya DOKH’ê de li herêmê amadekariyên bernameyên çalakiyan tên kirin. Fragmanên rêxistin kirina çalakiyan hatin amade kirin û bang li hemû jinan hat kirin ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin. Di fregman bi kurmancî, kurmançkî û tirki hatin amade kirin de wiha hatiye diyar kirin: “Em jinên ku me azadî bi rêxistin kirinê xweşik kiriye; Emê weke DOKH bi şîara xwe ya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ dengê xwe bigihînin hemû jinan. Bi vê bûneyê em hemû jinan vedixwînin qadên azadiyê yên 8’ê Adarê.”
‘Hemû jinên ku dengê me dibihîsin em destê hev bigirin û dakevin qadan!’
DOKH’ê Ji bo vexwendina jinan ya qadên 8’ê Adarê fragmanek amade kirine. Di fragmana bi kurmancî, kurmançkî û tirkî hatî amade kirin wihaya: “Em jinên ku me azadî bi rêxistin kirinê xweşik kiriye emê di kêliyên dîrokî de bên bahev; Emê weke DOKH bi şîara xwe ya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ dengê xwe bigihînin hemû jinan. Bi vê bûneyê em hemû jinan vedixwînin qadên azadiyê yên 8’ê Adarê.” Di fragmanê de bi vî awayî bang li jinan tê kirin.
“Yên ku dibêjin dad, wekhevî û aştî, keda min ya mine, ji koletiyê re bese jiyanek azad, nasname û rêveberiyek azad, em nebin kolê modernîteya kaputalîst, jiyana ekolojîk diparêzin, Serokatiyek azad, jinek û civakek azad, herwiha yên ku di îdiaya xwedîderketina nirxên 8’ê Adarê denin... Bi vê bûneyê em hemû jinan vedixwînîn Roja 8’ê Adarê. Di vê rojê de emê jin yekgirtina xwe xurt bikin, tekoşîna xwe mezin bikin. Emê hemû jin ber bi buharbûn û azadbûnê ve bimeşin.”
DOKH’ê di xwarê de fragmanên çalakiyên xwe wiha amade kirine:
1’ê Adarê: Dêrsim (mitîng)
2’ê Adarê: Agirî (mitîng û meş)
3’ê Adarê:İdir û Qers (meş, panel û semîner)
4’ê Adarê: Xerpêt (meş, panel, semîner)
5’ê Adarê: Gurgum, Bidlîs, Meletya û Konya (Cihanbeyli û Kulu) (meş, panel û semîner)
6’ê Adarê: Calemêrg, Şirnex û Sêrt (mitîng), Mûş û Dîlok (meş, panel û semîner)
7’ê Adarê: Êlih û Çewlik (mitîng), Semsur û Erzrum (meş, panel û semîner )
8’ê Adarê:Amed, Riha, Mêrdîn, İzmîr, Mêrsîn, Edene û Wan (mitîng)
9’ê Adarê: Stenbol (mitîng)
(zt)

