Jinên Amedê girêdayî bernameya 8’ê Adarê civînek li dar xistin
14:29
JINHA
AMED – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê têkela DOKH’ê ya Amedê civînek li dar xistin. Di civînê de tura biskiletan, dar çandin, çalakiya novet girtinê, kon vedan, şano, nîşandana filîman, atolye yên nîqaşê, pêşandanên semayê û turnovayên valeybolê hatin pêşiniyar kirin. Dê di 25’ê sibatê de bernameya xwe bi raya giştî re parve bikin.
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokta (DOKH) ya Amedê bi boneya derxistina bernameya 8’ê Adarê civînek çêkirin. Di civîna ku li avahiya KCD’ê de hat li darxistin de Meclisa Dayîkên Aştiyê, TUM BEL-SEN, Egitim-Sen, KESK, SİDK, DUO-DER, Komeleya Yekgirtina Elewiyên Mezopotamya û saziyên jinan yên Amedê amade bûn. Jinan di civînê de girêdayî 8’ê Adarê pêşiniyarên xwe kirin.
Dê Amed bi jinan rengî bibe
Girêdayî çalakiyên ku di 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê li Amedê bên kirin de pêşiniyarên wiha kirin:
“Bi boneya bîranîna yek ji 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz mitînga 1’ê Adarê dê li Dêrsimê bê kirin. Bi vê bûneyê ji hemû saziyên jinan rêveberek biçe li wê mitîngê de amade bibe. Li hemberî qirkirina ekolojî û xwezayê tura biskiletan, li baxçeyê Hevselê çalakiya nobetê, pêşandanên şano û filîman, civînên gel, torenên sertifikan, atolyeyên nîqaşan pêşandana Semayê, meydana tenîs lîstinê û turnovaya valeybolê, pêşangeha wêneyan, dîwana dengbêjan ya jinan û şahiyên cihêreng bên amade kirin. Lez bên dayîna xebatên amadekariyên mitînga mezin ya 8’ê Adarê li Amedê.”
Bernameya hatî derxistin dê di 25’ê sibatê de bi raya giştî re bê par kirin.
(zt)

