Jinên Şirnexê bernameya xweye 8’ê Adarê diyar kirin
15:05
JINHA
ŞIRNEX – Têkela DOKH’ê ya Şirnexê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê diyar kirin. Jinan diyar kirin ku dê bi hişmendiya ‘Netewa Demokratîk’ û ‘Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve’ li qadan bin.
Têkela Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Şirnexê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Karker yên Cîhanê li Cizîrê bi daxwiyaniyek ya çapemeniyê diyar kirin. Di civîna çapemeniyê ya ku li Navenda Jinan ya Cizîrê hat pêkhatin de MEYA-DER, Navenda Şêwirmandiya Zîlan ya Jinan, Komeleya Viyan ya Jinan, serokên şaredariyên BDP’ê yên bajarok, navçe û navenda Şirnexê û namzetên hevşaredariyan amadebûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên ku di tekoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane despê kir. Di civînê de hat diyar kirin ku dê hemû çalakiyên wan yên 8’ê Adarê bi awayê mitîngan bên kirin û wiha dewam kir “Di roja 8’ê Adarê de emê tenê li navendan pîroz nekin. Emê li hemû tax, gund, bajarok, navçe û navendan hêza xwe ya jinan bidin diyar kirin. ji bo jiyan kirina rêgezên bi hişmendiya ‘Netewa Demokratîk’ û ‘Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasanameya Azad ve’ emê li qasan bin.”
Bernameya jinên Şirnexê ya 8’ê Adarê bi vî awayi ye. Dê bi şev meşa bi meşale li dar bixin, panelan çêkin, ji bo jinên di girtîgehand de dê qartan bişînin, li jinên xebatkar jî gulan belav bikin.
Dîroka bernameya wan jî wihaye:
2’ê Adarê Hezex,
3’ê Adarê Beytuşebab
4’ê Adarê Silopî
5’ê Adarê Qilabanê
6’ê Adarê Basan
7’ê Adarê Cizîr
8’ê Adarê mitînga fînalê li navendê Şirnex tê kirin.
(zt)

