Malbatên wendayi yan aqubeta Ahmed pirîn
16:20
JINHA
AMED – Malbatên wendayi yan û İHD’e bi çalakiya xwe ya heftane ya bi durişma ‘wenda bên dîtin û faîl bên darezandin’ îro jî di hefteya 263’emîn de dewam kirin. Malbatên wenedayan di çalekiya xwe ya vê heftê de çêroka Ahmed vegotin. Ahmed di sala 1994’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçav kirin û careke dinê agahî jê nehat girtin.
Şaxa İHD’ê ya Amedê û xizmên wendayan vê heftê jî weke her hefteyên dinê li ber Parqa Koşuyoluyê bi durişma “Bila wenda bên dîtin û Faîl bên darezandin” dest bi çalakiya xwe ya 263’emîn kirin. Di çalakiyê de panqartên bi sernivîsên weke “Ewan ji nûşkave ji nalê girtin û careke dinê li malê nevegerandin” û wêneyên wendayan hatinbûn hildan. Di çalakiyê de endam û rêveberên Şaxa İHD’ê ya Amedê, MEYA-DER, TUHAD-DER, Meclisa Dayîkên Aştiyê û rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’ê li gel gelek xizmênwendayi yan amade bûn. Di çalakiya runiştinê de despêkê Serokê Şaxa İHD’ê ya Amedê Racî Bilîcî axivî. Racî diyar kir ku ve bi salane ew li vî welatî ji bo wenda bên dîtin û faîl bên darezandin dixebitin û got: “Me bi deh caran got ev wendayane bi agahiya dewletê hatine wenda kirin. Emê van gotinên xwe bidomînin. Ji ber em mafdarin. Ji ber vê dewletê li hemberî mirovahiyê suckiriye.”
‘Ev ax wan na hewîne’
Racî da zanîn ku ew cesareta dewletê nîne ku bi sucên kirine re ru bi ru bibe û wiha domand: “ji ber dizane qirkirinên hovane kiriye. Bê guman em mafdarin. Emê wendayên xwe bibînin. Emê faîlên wendayên xwe jî di dadgehand de darezînin. Yên ev kirinane kirine wenda kirine û dê di wenda kirinê de berdewam bikin. Ev ax li wan na bexşe. Ev welat û ev mirovane wan na hewînin. Ji ber vê em careke dinê bang dikin; zêdetir van êşan bi me nedin jiyîn. Heger hun ji dilin we dê ji bo wenda bên dîtin karek kiribana. We dê yên ku berê ev qirkirinên hovane kirîn derxistana pêşiya darazê û ji malbatên wan lêborîn bi xwestana. Ya ku layêqê welatên nûjen eve.”
‘Li gorî normên navnetewî divê darezandin bê kirin’
Racî bal kişand li ser bê dadiya dadgehan û got: “We herdem bi dadgehên taybet ev gel darezandine. Yên weke ew ne fikirin, ne nêrin û bawer nekin her dem li dadgahên taybet tên darezandin. Me bi dehan car gotiye ev dadgeh adîlane nînin. Di dawiyê de em mafdar derketin. Dema ku hinek zarar da wan jî wê demê dê rakin. Em rakirina dadgehan erênî dibînin. Lê heger heman hişmendî bi heman awayî bê meşandin û dadgehên weke wan ji nû de bên ava kirin em ji nihade nerazîbûna xwe didin diyar kirin. Divê demek beriya demekê dadgehên leşkerî bên girtin. Em dadgehek li gorî normên nevnetewî dixwazin.” Racî weke dinê destnîşan kir ku bi rakirina OYM yê re divê hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de serbset bên berdan.
Serpêhatiya Ahmed Bulmuş yê ku li Cizîrê hatî wendakirin hat gotin
Sekreterê Şaxa İHD’ê Abdulsselam İnceoren jî serpêhatiya Ahmed Bulmuş yê ku di 1’ê nîsana sala 1994’an li Navçeya Cizîr ya Şirnexê hat girtin û careke dinê xeber jî nehat girtin vegot.
Piştî axaftinan xizmên wendayan ji bo Ahmed Bulmuş û hemû wendayan 5 deqeyan çalakiya runiştinê dan despêkirin.
(zt)

