TJKE: Emê di xeta Rosa, Clara ve Sakineyan de birêxisatin bibin

17:20

JINHA


BRUKSEL – Tevgera Jinan ya Ewrupa bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bang li jinan kirin û gotin: “Emê di xeta Rosa, Clara û Sakîneyan de birêxistin bibin. Emê li hemberî hemû awayê şideta û mêtîngeriya li ser jinan rêxistinên jinan bihêz bikin û rêbazên çareseriyê pêş bixin. Di vê wateyê de bi şîara ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ emê tekoşîna jinan mezin bikin. Emê li hemberî hemû awayê şidata li ser jinan navendên şêwirmendiyan ava bikin û rêbazên çareseriyan pêş bixin.”


Tevgera Jin a Ewrupayê (TJKE) ê bi boneya hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxwiyaniyek nivîskî weşandin. Di daxwiyaniyê de hat bibîrxistin ku li çar aliyê cîhanê 8’ê Adarê  li hember pergala hişmendiya mêrane ya mêtîngeriya kedê û êrîşkar bûye roja tekoşîna jinan û wiha hat domandin: “Bi taybetî jî di sed sala 19’emîn de dema herî kaputalîzmê xwe bi rêxistn kiriye. Tam jî di wan deman de û heta niha di serî de tacîz, tecawîz, tucareta jinan û di gelek aliyan de jin û keda jinan mêtînger kirine. Di aliyê fîzîkî û derunî de jin mexdur kirine. Mêtîngerî û diziya li keda jinan zagonîkirine.”


‘Jinan bi her awayî şidet û tecawîz jiyan kirine’


Daxwiyaniyê bal kişand li ser gotina “Gel weke jinanin” û wiha hat diyar kirin gelê kurd jî bi şidet, mêtîngerî, tundî û talanê re mexdur mane. Her wiha bal hat kişandina li ser şerê li Rojhilatanavîn û Rojava û wiha berdewam kir: “Niha di şerê navxweyi yê Suriyê de jin bi her awayî dibin mexdurê şidet û tecawîzê. Jin weke xenîmetê şer tê dîtin. Weke welatê wan despêkê bedenên wan tên talan kirin. Bi hezaran jin di bazirganiya fuhuşê de tên karanîn. Herwiha jinên koçber jî rastî zoriyan tên. Jin bêyî daxwaza xwe tên zewicandin.”


Li himberî her awayê êrîşan banga piştevaniyê   


Di daxwiyaniyê de hat zanîn ku jinên Rojava li hemberî van êrîşan bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêzin û wiha hat gotin: “Her jinak ji bo ava kirina civakek azad û demokratîk divê şopdarê Rosayan, Clarayan û Sarayan bin. Bi vî awayî jiyanek azad bihonin û ava bikin. Emê di xeta Rosa, Clara û Sakîneyan de birêxistin bibin. Emê li hemberî hemû awayê şideta û mêtîngeriya li ser jinan rêxistinên jinan bihêz bikin û rêbazên çareseriyê pêş bixin. Di vê wateyê de bi şîara ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ emê tekoşîna jinan mezin bikin. Emê li hemberî hemû awayê şidata li ser jinan navendên şêwirmendiyan ava bikin û rêbazên çareseriyan pêş bixin.”


(zt)