Di dadgehan de tenê rupelek jî nalive…
09:34
Gülşen Koçuk / JINHA
AMED – Li Tirkiyê girêdayî bê hiqûqiya li hemberî kurdan tê kirin Reyhan Yalçindag axivî. Reyhan diyar kir ku qirkirinên Parîs, Roboskî û doza KCK’ê mînakên herî ber bi çav ya bê zagoniya li Tirkiyê ye û got: “Bi navê şerê Cemaet-AKP’ê di pêvajoya doza KCK’ê de bi çavên dijiminane li kurdan dinêrin. Di dadgehan de tenê rupelek ji cihê xwe nalive. Divê bipejirînin ku me kurdan weke hemwelatî nabînin.”
Li Tirkiyê di navbera dadgehên berê û niha de ferqek nîne. Di dema dadgehên İstiklalê de du awayên dadgeran hebûn. Lê niha weke dadgehên taybet (OYM) yê teşe girtin. Niha jî rakirina OYM yan û li cihê wan anîna dadgehên “terorê” di rojevêdene. Di pêvajoyên darbekar û bi şidet de li ser mirovan bi awayê herî xirab mafê wan yê xwezayî jî ji des wan girtî hîna nehatine zelal kirin. Di demên berê de dewletê şidet û binpêkirinên mafan dikir, lê ne bi aşkere. Niha dewlet dike û li gurî xwe di zagonan de jêre qalibekê jî dibîne. Serokwezîr bi gotinên weke “cidabûna hêzan di demê pêşiya me de dê bibe astengên mezin.”Di rastiyê de kombûna dadgeh û darazê ya di destê xwede nabêjin. Ji van rewşan mînaka herî berçav jî gotina berdevkê hikûmetê Huseyîn Çelîk ya di runiştina doza KCK’ê ya 59’emîn de di got: “Heger PKK çekan bedrin, dê di doza KCK’ê de tahiliye derkevin” baş tê dîtin ku niyeta wan çiye.
‘Em di welatek ku hikûmet her 10 salan carekê dest di avêje rêveberiyê denin’
Parêzer Reyhan Yalçindag di Tikiyê de piştî derbasbûna pir partiyan bi darbeya leşkerî bi encm kirina biryara li sêdarêdana 3 kesan bibîr xist. Reyhan da zanîn ku piştî wê darbeyê êdî her 10 salan li Tirkiyê darberyk ya leşkerî hat jiyîn. Reyhan destnîşan kir ku tenê ji hev cudabûna hêzan di van 12 salên dawî da çênebûye û wiha domand: “Di cihek her 10 salan leşkerî des didane li ser rêveberiya heyî wêdemê kîjan hêz li ku cuda bûye kîdizane? Ya duyem jî pratîka AKP’ê ya van 12 salên dawî de hager bê axaftin. Her demê ji bo zêdekirina dengên xwe rêbazên kilasîk yên înkar û tunekirinê bi kartîne. Heta ya herî xirab jî bi nêzîkatiyên weke ‘Ez xwediyê evqas denganim hedê xwe bizanin’ nêz dibin. Di bûyera Geziyê de ‘Em ji wan sedî 50 yê mayî emê dakevin kolanan’ di hat gotin. Em bi nêzîkatiyên paşveru yên evqas di navendê de mirov û civak neyî re ru birune.”
‘Dadgeh bûye lîstoka destê deshilatiyê’
Reyhan diyar kir ku li Tirkiyê di kesayeta AKP’ê de dadgah bûye listoka destê deshilatiyê. Reyhan bal kişand li ser mudaxelekirina dadgehê û got: “Serokwezîrê vî welatî û berdefkê hikûmetê bêjin ‘di girtîgihan de mirovên bê suc hene’ yek dê rebe bêje ‘hun henegan dikin’. Ev bê cidiyetbûnek çawaye. Di nîsana sala 2009’an operesonên dibin navê KCK’ê de hatî despê kirîn çend caran berpirsên hikûmetê gotinên weke ‘Me ferman daye dadgeh ya pêwîst dê bikin’ bikar anîne. Beriya niha 3 mehan ji doza KCK’ê em li bendêbûn tahiliye bê dayîn. Hema piştî nîvro berdefkê hikûmetê Huseyîn Çelîk daxwiyaniyek di sîteyan de belav kir. Di daxwiyaniyê de gotinên weke ‘Heta ku PKK dest ji çekan bernedin ji doza KCK’ê tenê kesek jî nayê berdan’ bikar anî. Dadgeh tuyê, Serokdwezîr tuyê, daraz tuyê, rêveber tuyê, gelo tuştek wiha haye?”
‘Ji 17’ê kanunê û pêde dewletê got daraz ne bê aliye’
Reyhan da zanîn ku Piştî “operasyona nelirêtiyê” ya di 17 kanunê de pêk hat rayedarên dewletê nebê alîbûna darazê anîn ziman. Reyhan destnîşan kir ku ew weke parêzvanên mafê mirovan bi salane li hemberî nebê alîbûna darazê tekoşîn dikin. Reyhan diyar kir ku dayîkên 3 zarokên wan di girtîgehan de hene, miwekîlên wan yên temenê wan 65 salî di girtîgehan de hene. Reyhan da zanîn ku hinek miwekîlên wan jî tenê ji ber tevlî Cejna Newrozê bûne 5 sal û nîv ceza hatine dayîna wan. Dadgeha Makezagonê piştî biryara Mustafa Balbay berxwedana di dadgehên herêmî de dît. Bi navê şerê Cemaet-AKP’ê di pêvajoya doza KCK’ê de bi çavên dijiminane li kurdan dinêrin. Di dadgehan de tenê pelek ji cihê xwe nalive. Divê bipejirînin ku me kurdan weke hemwelatî nabînin.”
‘Berê de hêza leşkerî hebû niha jî polîsên hêza dewletê hene’
Reyhan destnîşan kir ku mînakên dawi yên bê hiqûqiya li Tirkiyê qirkirina Parîsê û Roboskiye. Reyhan bibîrxist ku Tirkiye li aliyekê girêdayî qetlikirina 3 Jinên siyastevanên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi dizî lêprsîna MİTê û gelek saziyên dinê yên fermi yên dewletê tên kirin; li aliyê dinê jî bi balefirên şer li Roboskiyê 34 însan qetil kirin biriyara “tu cihên ku em bigihînê nemaye” dan. Reyhan diyar kir ku bê hiqûqî taybetî jî ji bo kurdan tê kirin. Reyhan da zanîn ku di gelek dozanê desdirêjiya li zarokan, fuhuş bi zarokan dana kirinê de navê çawişên pispor yên ku van karan dikin derbas bûne. Reyhan destnîşan kir ku li gel van jî bi rojane şideta li ser jinan tê kirin jî parçeyek ji bê hiqûqiya heyi ye û got: “Berê de hêza leşkerî hebû niha hêza dewletê ya erjeng polîs hene. Ji dozên ku mirov di kolanan de mafê xwe yê civîn û xwepêşandanan bi kar tînin û ji ber van sedeman tên kuştin kî tê darezandin? Baş tê zanîn ku qatîl polîsin, lê daraz kiye, yê tê darezandin kiye, yê tê girtin kiye û yê tê ceza kirin kirye? Nediyare.”
‘Li Tirkiyê bi hezaran hiqûqvanên kurd hene bila kes li ser navê me biryaran nedin’
Reyhan diyar kir ku hêj li Tikriyê di dadgehan de bêhiqûqî serwere. Reyhan bibîr xist ku wê hinek dosyayên kesên muebet yên di salên 1990’an de hatine girtin girtiye û li ser xebitî dît ku dibin îskencê de îfadeya wan hatiye girtin. Reyhan helwesta baroyên Tirkiyê rexne kir û got: “Li gorî zagonan em jî endamên Yekgirtina Baroyên Tirkiyêne, kes li ser navê me nikarin baxivin. Di encamê de bi hezaran hiqêqvqnên kurd jî hene. Em jî dê divê wateyê de pêvajoyê bijîn. Her çiqasî di van 30 salan de bê hiqûqîyek herî xirab hatiber jiyan kirin jî lê dîsan jî pêdivî bi vekirina van rupelan heye. Hinek jî ev bi demboriyê re ru biru bûyîn. Piştî ku jiyan mirovan di nava çar dîwaran de hat wêran kirin êdî bi kîjan demboriyê re ru biru bûyîn? Hinek jî nikare bê vegerîna demboriyê, ji ber demdirêj hatine darezandin. Divê Tirkiye dest ji van pratîkên weke: Ezê hevpeymanên navnetewî îmza bikim lê binpêkirinên mafan jî bidomînim. Tazmînatên xwe bigirim, bê mafiyan bikim. Tiştên wiha nîne.”
(zt)

