Navenda Nûda Delîlayan digihîne

10:54

Hicret ÇİFTÇİ/JINHA


WAN- Eleqeya li hemberî qursa erbanê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê her ku diçe zêde dibe. Dîlan Alkan ya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê perwerdeya erbanê dide diyar kir ku di çanda kurdan de erbane xwediyê demboriyek 5 sed sale û got: “Heval Delîla bandorek pir mezin li ser min kiriye. Ez bi dengê wê û erbaneya wê mezin bûme. Ji ber ez pir ji wê bandor bûm, min xwest ez jî mîrasa wê berdewam bikim. Divê ciwan li mîrsên xwe xwedî derkevin. Ji ber ciwan dînamîzmên civaka xwe digihînin.”  


Yek ji estrumanên Mezopotamya ya herî kevnare erbane ya ku demdirêje mirov li ber dengê wê feys digire û wiha mezin dibin. Erbane ya ku di welatên cudade navên cuda girtiye, lê herdem xwediyê teybetiya bi dengê xwezayê re bûyîna yeke û bi vî dengê xwe yê bedew li guhê mirovan xweş hatiye. Navê erbanê di zimanê Îbranî “tef”, Sunmerî “dup”, Aramî “doff, daff”, li herêma Şirnex û Serhedê jî “def”, li herêma Amed û Xerzan jî “erbane” hatiye karanîn. B.Z. di salên demdirêj de jinan çanda erbanê berdewan kirine. Piranî li Rojhilananavîn û Asya hatiye berdewam kirin û taybetî jî din ava çanda kurdan de bûye yek ji amêrên mizûkê yên sereke. Taybetiyên erbaneyê Dîlan Alkan ya ku di Navenda Çand û Hurerê ya Nûda de perwerdeya erbanê dide vegot.


‘Ez ji heval Delîla pir bandor bûme’


Dîlan da zanîn ku di nava çanda kurdan de erbane xwediyê ciheke giringe û wiha domand: “Li kurdistanê erbane xwediyê dîrokek kokê wê pir dur diçe ye. Bi hezaran sale erbane li Kurdistanê tê lêxistin.” Dîlan sedemên ku ew hînî erbanê bûye û kîjan sedeman ew ber bi karek wiha ve herikandiye anî ziman û wiha dewamî da axaftina xwe: “Heval Delîla bandorek pir mezin li ser min kiriye. Ez bi dengê wê û erbaneya wê mezin bûme. Ji ber ez pir ji wê bandor bûm, min xwest ez jî mîrasa wê berdewam bikim.” Dîlan ya ku ev 2 salin li Navenda Çand û Hunerê ya Nûda perwerda erbaneyê dide destnîşan kir ku divê ciwan li çanda xwe xwedî derkevin. Dîlan derbirî ku ji ber ciwan dînamîzmên civakê digihînin divê herî baş ew çandê hîn bibin.


‘Huner bi erngê jinan pir cuda dibe’


Dîlan serlêdana zarokên keç ya ji bo qursên ku li navendê tên dayîn erênî dît û got: “Hunre bi rengê jinan pir cuda dibe. Ez di wê bawriyêdema jin pir xweşiktir dikarin hunerê bi afirînin û xwe jî pêre nû bikin.” Dîlan destnîşan kir ku dema wan nû dest pê kiriye hezar û 5 sed serlêdan hatin kirin û wiha got: “Li taxa me rewşa malbatan pir baş nîne. Gelek zarok nikarin bên vêderê. Butçeya me ya ji bo hemû zarokan enstruman bigirin nîne. Ev rewş hinek me dide zorê.” Dîlan ji bo ji zarokan re enstruman bigirin ji kesan alîkariyê dixwazin û wiha domand: “Ji bo zarokekê enstruman girtin, dibe ku di pêşerojê de ew zarok bibe muzîsyenek herî baş.” Dîlan derbirî ku ew nafikire ku tu hunerê xwe ji zimanê dayîkê cuda bigirin û got: “Erê huner giringe. Lê em hunera bi zimanê dayîkê dixwazin. Ji ber vê jî li pêşiya hemû xebatên xwe yên hunerî em perwerdeya zimanê dayîkê didin.”


‘Di Newrozê de jinên ku li erbaneyê dixistin bala min dikişand’


Girêdayî qursa erbanê xwendekara erbanê Rozelin Botan diyar kir ku ev 2 salin ew li Navendê perwerdeya erbanê dibînin û got: “sala despêkê ez dihatim ji bo fêrbûna gitarê. Îsal jî ji bo fêrbûna erbanê têm qursê. Di despêkê de baweriya min bi min nedihat, li vêderê min bawerî bi hêza xwe ya cewherî anî.” Xwendakarek dinê Beyhan Sumer jî got: “Di Newrozê de jinên ku li erbanê dixistin pir bala min dikişandin. Bi vê bûneyê min jî serlêdan kir. Di dserî de diya min pir bi xwestek nebû ji bo hatina min ya vê qursê. Min diya xwe jî li gel xwe di anî qursê. Li vêderê min diya xwe bi mamoste û hevalên xwe da naskirin. Paşê diya min pir memnun bû. Paşê dema ku rojekê ez neçobama qursê diya min dipirsî tu çima neçuyê. Dema ku dayîk di qursê de ji bo zarokê xwe metirsiyan nebînin, pir bi hêsanî dikarin zarokên xwe bişînin. Dikarin bawerî bi zarokên xwe bînin û alîkariya wan jî bikin.”


‘Dema ku ez erbanê lêdixim Delîla hîs dikim’


Xwendekareke dinê ya Navendê Qeder Balik jî girêdayî navendê û giringiya zimanê dayîkê ya li navendê tê dîtin axivî û got: “Dema ku min jinên li erbanê dixist didît, min ji xwe re digot ez jî dikarim li erbanê bixim. Ev erbane ji bo min bûyîbû mereq. Divê hişmendiya ku zaroên keç neçin qursan bê rakirin. Ez bang li hemû malbatan dikim, bila guhê xwe nedin gotinên ji derve tên kirin, em li vê derê pir baş hîn dibin. Em li vêderê xwe û hunerê xwe nas dikin.” Qeder diyar kir ku her ku ew erbanê dide destê xwe Delîsa hîs dike.


‘Jin hêj zêdetir estetîk û bi disiplînin’


Xwenekarek dinê yê qursa erbanê Kemal Erdem jî da zanîn ku erbane di çanda kurdan de hunerek pir xweşike û got: “Ez li Wanê xwendekarim. Ez pir ji mizûkê hez dikim. Di demê xwe yê vale de ez giringiyê didim mizûkê. Ciwan dikarin di aktîvîteyên civakî de xwe pêş bixin. Ji bo ku hêj zêdetir bikarin ji bo ziman û çanda kurdî xizmetê bikin.” Kemal destnîşan kir ku ji ber waneyên xwe ew tevlî qursa keçan bûye û di nava polê de ew tenê kure û got: “Jin yan mêr ji bo min pir pirsgirêk nîne. Li gel hevalên min yên jin jî demê min pir baş derbas dibe. Ji xwe mamostaya me jî jine. Mamostaya me jin ji bo me baştire. Ji ber jin hêj zêdetir estetîk û bi disiplînin.”


(zt)