Li Sudanê jina ku hatî decawîz kirin rastî cezayê girtîgehê hat!
14:40
JINHA
SUDAN – Li Sudanê jina Etiyopyayî diyar kir ku ji aliyê komek mêr ve hatiye decawîz kirin. Ji aliyê dadgehgê ve bi ‘nêzîkatiyên der ehlaqî’ hat sucdar kirin. Dadgehê îmza avêt binê bûyerek ecêb û jina hatî tecawîz kirin girtin.
Li Sudanê jinan 18 salî ji aliyê komek mêr ve hat tecawîz kirin, sîdiyên wê hatin belav kirin. Li ser bûyerê jina ciwan hat dadgeh kirin. Jina ciwan ya ku rastî tecawîzê hat û ducanî ma. Dadgehê jî îmza avêt binê bûyerek ecêb û mehek ceza dan jina mexdur. Ev jî têrnekir 5 hezar pundê Sudonê ango 880 dolar cezayê pere dan wê. Jina ciwan ya ku bû mexdurê tecawîzê bi cezayê “zina û fihuşê” hat gunehbar kirin. Jina ciwan weke dinê hat der sinur kirin.
Rêvebera herêma Somali ya Însiyatîfa Stratejîk ya Jinan a Nîvgirava Somaliyê (SİHA) Hala Elkarib nerazîbûn nîşanî bûyerê da û got: “Jina ciwan bûye qurbanê sucê herî hovane. Hatiye der sînor kirin.” Zagonên Sudanê li gora şerîetêne dikarin bi wergirtina pantor yan jî serê xwe ne girtinê jinan sucdar bikin.
(zt)

