Gultan: Ciwan çavkanî û ava diherike ya siyasetêne
16:00
JINHA
AMED – Di 1’emîn Konferanasa Meclisa Ciwanên BDP’ê de axaftina yekem ji aliyê Hevseroka Gişti ya BDP’ê û di heman demê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak ve hat kirin. Gultan bilêv kir ku tevgera gelê kurd ciwan despê kiriye û got: “Em dibêjin Meclisa Ciwanên BDP’ê ji bo siyaseta giştî çavkanî û ava di herikinin. Ew dê di rêya rast de di xezmeta gel de siyaset û pêşengiyê bikin.”
Li Amedê konferansa Meclisa Ciwanên Partiya Aştî û Demokrasiyê yên Amedê pêk hat. Konferansê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ya avahiya BDP’ê ya Amdê pêk hat. 1’emîn Konferansa Ciwanan bi armanca nirxandina pêvajoyê û girêdayî hilbijartinan nirxandin bên kirin hat li dar xistin. Di konferansê de Hevseroka Gişti ya BDP’ê Gultan Kişanak, Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê Mehmed Emîn Yilmaz û nêzî hezar ciwanan tevlîbûn. Di salona konferansê de posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û panqartên weke“Yên dîroka me ava kirine şehîdên mene”, “Serokatiya Azad Kurdistana Azad”, “Jinên ciwan birêxistin dibin”, “Şer dike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin” û “Soza me seknek biromet û kenek azade” hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtine ji bo giyanê kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bernameyê despê kir. Axaftina despêkê ji aliyê Hevseroka Gişti ya BDP’ê û di heman demê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak ve hat kirin. Gultan diyar kir ku herî zêde ciwan siyasetê dizanin. Gultan da zanîn ku siyaseta di cihê xwe di dijmêre siyaseta paşdemayi ye û got: “Ciwan weke avek di herikiye. Em rêxistin kirina ciwanan weke berê bingehîn yê siyasetê dibînin.”
‘Di siyasetê de yên ku ji me tevan re pêşengiyê bikin ciwanin’
Gultan got: “Heger ku îro em di siyasetê de xeteke rast dimeşînin bi saya ciwanan çêbûye.” Gultan destnîşan kir ku yek ji şansê herî mezin yê BDP’ê ewe ji ber xwediyê ciwanên dînemîke. Gultan anî ziman ku tevgera azadiya gelê kurd jî cîwan despêkiriye û wiya domand: “Ciwan weke ava ku diherikiye. Tucarî bêhna xirab nade. Qirêj nabe her dem nûye û dinava şoreşêdeye. Ev jî zindîbûnê bi xwe re tîne. Ji ber van sedeman em rêxistina Meclisa Ciwanên BDP’ê ji çavkaniya siyaseta giştî ava ku diherikiye dibînin. Em hêza ciwanan weke dê rê nîşanî me tevan bidin û ji bo xizmeta gel pêşengiyê bikin dibînin. Heger heta niha em di rêyek rast de siyasetê bi rêve dibin, ji sekin û nêzîkatiya ciwanan ya rast û berxwedêre ya ku daye nîşa meye. Ciwanên kurd weke berxwedana zindana Amedê ya Mazluman zindîne. Dê bi vê germahiyê di pêvajoya dawî de jî damgaya xwe li demê bixin.”
‘Rêber Apo paradîgmaya xwe daniye li pêşiya me’
Gultan diyar kir ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hemû paradîgmayên jiyana nû û nexşerê daniye li pêşiya gelê kurd. Gultan da zanîn ku di dîroka tekoşîna gelê kurd de rolê giring yê ciwanan heye û got: “Tekoşîna me tekoşînek wihaye ku nakeve hindirê siloganan. Em dibêjin ‘Ji Serokatî re azadî, ji Kurdistanê re azadî’ ev êdî ne silogane. Armanceke û em bi wê xebatên xwe berdewam dikin.” Gultan destnîşan kir ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan 14 salin bi tekoşîna xwe pergala İmraliyê hilweşandiye û got: “Hem ji bo we û ji niha û pêde polîtîkayek ya netewî, hem tevgera ekolojîk, hem tevgera jinên azad û hem jî xweiyê eneriyek ya pêkanîna şoreşa demokratîke.”
Pitî axaftina Gultan Kişanak konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(zt)

