Li Urla yê di êrîşên nijadperestan de 4 giran 6 birîndar
16:56
JINHA
İZMİR – Li Urla yê HDP yî rastî êrîşa nijadperestan hatin. Welatiyên ku bi wesayîtan hatin navçeyê rastî êrîşa nijatperstan hatin û 4 kes giran birîndar bûn.
Li Urla yê HDP yî rastî êrîşa nijadperestan hatin. Welatiyên ku bi armanca piştevaniyê bi wesayîtan ji navçeya Buca yê ber bi Urla yê hatin jî rastî êrîşan hatin. Nijadperestan bi dar, hêsin û keviran êrîşî HDP yiyên ku di wesayîtan de bûn kirin. Nijadperestan xwestin 4 HDP yiyên di wesayîtê de lînc bikin. Di êrîşê de her 4 HDP yî ji cihên cuda yê laşê xwe birîndar bûn û wesayît jî hat rewşa ku êdî neyê karanîn. 4 birîndarên giran rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya 9 Eylulê. Beriya wan jî 2 kes birîndar biribûn. Bi giştî hejmara birîndaran gihişt 6 kesan. Li aliyêdinê HDP yi yên ku di buroyê de asê mabûn, polîs çun cihê bûyerê û bi wesayîtên sivîl ji navçeyê derxistin.
Gelek polîs û hêzên taybet hatin Urla yê.
(zt)
