Dê jin İtalya bi rêve bibin

17:27

JINHA


İTALYA – Serokwezîrê İtalya yê yê ciwan Matteo Rezni ye. Ji 16 wezîdran 8 jinin. Dê sibê Parlementoya İtalya pêvajoyek nû bide despê kirin. Dê jin İtalya bi rêve bibin.


Di dîroka Komarê de hikûmeta herî ciwane. Di hizura Serok Komar Napolitano de sund dixin û peywirê dewir digirin. Di torenê de Serokwezîra herî ciwan Matteo Renzi sund xwar. Matteo ya 39 salî dema derket pêşberî wezîran hejmara qadiyan bal dikişand. Ji 16 wezîran 8 jinin. Di nava wan de jî Marianna Madia ya 33 salî û 8 mehe ducaniye heye. Di peywirên parastin û karên ji derve de jî jinan cih girtin.


Ji Serokwezîrên heta niha Metteo profîlek cuda çêkir. Matteo diyar kir ku  li gel hevsera xwe ya mamostaya dibistana amadeyiye dê li bajarokek biçuk yê nêzî Floransa yê bijîn. Matteo piranî ji gera bi biskilêtê hez dike. Li gorî Serokwezîrê berê xwediyê jiyanek cudaye û dixwaze vê cudabûna xwe di rêveberiya welatê xwe de jî bide diyar kirin.