Festîfala Filîman ya ! F Stenbol li Dêrsimê hat temaşe kirin

17:43

JINHA


DÊRSİM – Li Navenda Çanda Ciwanan ya Şaredariya Dêrsimê weke her salê îsal jî Festîfala Filîman ya !F bê mûçe ji bo sînema hezan hat pêşkêş kirin.


Li Navenda Çanda Ciwanan ya Şaredariya Dêrsimê weke her salê îsal jî Festîfala Filîman ya !F ya Stenbolê ji bo sînema hezan hat pêşkêş kirin. Her sal di aliyê xebatên hunerî de bê mûçe  Festîfala Filîman ya !F ya Stenbolê tê amade kirin. Îsal 5 filîmên taybet li Dêrsimê gihan temaşevanên xwe. Di çarçoveya festîfalê de filîmên weke “Bal”, “Tek başina dans”, “Her gun isyan”, “Kivircik saç” û Gabrielle” hatin temaşe kirin.